• Tuesday, 18 June 2024
logo

Li Sûriye û Rojavayê yekem robot hate çê kirin

Li Sûriye û Rojavayê yekem robot hate çê kirin

Ji aliyê sê Xwendekarên Kurd ve hatiye çêkirin.

Li gor nûçeyeke ajansa anha sê Xwendekarên zanîngeha Rojavayê karîne bo cara ewil li Sûriye û Rojavayê Kurdistanê di warê elektro mekanîkê de gaveke girîng bavêjin û yekem robot ku, dikare bersifa 100 pirsan bide çê kirine.

Li gor çêkerên vê robotê, robot ku, navê xwe Astroye dikare di gelek waran de hevkariya mirov bike.

Ev xwendekarên zanîngeha Rojava ya li Qamîşlo diyar kirine ku, rixmî nebûna derfet û zêde bûna astengiyan karîne vê robota han çê bikin û dikarin di demên pêş de tiştên pêşkeftîtir jî çê bikin.
 

Top