• Wednesday, 17 July 2024
logo

Cil û bergên xwe 60 sal in ji qumaşê şal û şepikê çêdike

Cil û bergên xwe 60 sal in ji qumaşê şal û şepikê çêdike

Fayîk Tutalê 75 salî yê ku li mezraya Berkevirê ya li ser gundê Xaratê yê Berwariya  Sêrtê dijî, ji 15 saliya xwe vir ji bo cil û bergên xwe qumaşê şal û şapikê bi kar tîne.

Eleqeya Fayîq Tutal a li ser qumaşê şal û şapikê ku bi destan hatiye çêkirin, di 15 saliya wî de dest pê kiriye.

Hê wê demê bavê Tutal ji wî re li navçeya Cizîrê ya Şirnexê ji qumaşê şal û şapikê cil û berg daye dirûtin.

Qumaşê şal û şapikê ji bo her demê salê guncaw e

Qumaşê şal û şapikê ji ber ku havînê honik û zivistanê jî germ e dikare çar demsal bê lixwekirin.

Tutal 60 sal in cil û bergên ku reng û modelên wan cuda ne li xwe dike.

Di dolaba wî da 8 cure cil û bergên cuda yên bi rengê tûtik, şîn û gevez û her wiha tizbî, qravêt û kemberên reng bi reng jî hene.

Fayîk Tutal
Di dawet û govendan de jî ew navekî girîng e

Li herêmê ji ber cil û bergên wî eleqeyeke taybet ji bo Tutal tê nîşandan, di dawet û govendan de jî ew navekî girîng e.

Fayîk Tutal ragihand ku ew bi çandinî û heywandariyê re mijûl dibe û ew ji cil û bergên rengîn hez dike.

"Xort gelekî ji min hez dikin”

Tutal diyar kir ku xort çav didinê û cil û bergên wekî yên wî li xwe dikin û wiha dewam kir:

"Xort gelekî ji min hez dikin. Dema ku diçim dawetekê xort li dora min dicivin.

Ez di dawetê de kêfa her kesî tînim, rûyê wan geş dikim. Ez herim kîjan civatê, kêfa wê civatê xweş dibe.

Rîspiyê gund û mezrayê ez im. Ji ber wê yekê her kes qedrê min digire û guh dide min. Ez jî dilê kesî ji xwe nahêlim."

Tutal diyar kir ku ji bo rojên cuda cil û bergên wî yên taybet hene, ji bo dawet, cejin, şîn û merasimên lihevhatinê cil û bergê wî yên cuda cuda hene.

Xwe wekî xortekî 20 salî hîs dike

Fayîk Tutal
Tutal herwiha destnîşan kir ku ew piraniya aksesuarên xwe ji ser înternetê an jî ji Stenbolê peyda dike û got ku ew xwe wekî xortekî 20 salî hîs dike.

Saît Tutalê kurê Fayîk Tutal jî destnîşan kir ku bavê wî xwediyê kesayetiyeke pir rengîn e û biçe ku derê li gor mirovên wê derê radibe û rûdine.

 

Rudaw

Top