• Sunday, 30 June 2024
logo

Kurdekî ji Kobaniyê di artêşa Danîmarkayê de bûye wergêr

Kurdekî ji Kobaniyê di artêşa Danîmarkayê de bûye wergêr

Kurdê ji Rojavayê Kurdistanê Sozdar Temo di artêşa Danîmarkayê de hatiye perwerdekirin û niha di wê artêşê de bûye wergêr.

Sozdar Tamo di nav hêzên Danîmarkayê de beşdarî operasyonên NATOyê dibe.

Herwiha di şerê li dijî DAIŞê de Sozdar Temo perwerdeya leşkerî daye hêzên Pêşmergeyan û leşkerên Îraqî.

Sozdar Temo ji bajarê Kobaniyê yê Rojavayê Kurdistanê ye.

Sozdar niha di nav artêşa Danîmarkayê de efser e û ew bi awayekî berdewam jî di operasyonên NATOyê diçe deverên cuda yên cîhanê.

Yek ji wan cihên ku Sozdar Temo çûye wan deran jî Kurdistan bû.

Sozdar ji Rûdawê behsa wê yekê kir ku dema wan perwerdeya leşkerî da Pêşmergeyan hestên wî yê çawa hebûn.

“Li Wezareta Parastinê ya Danîmarkayê kar dikim”

Sozdar Temo wiha axivî, “Navê min Sozdar e. Ez ji bajarê Kobaniyê yê Rojavayê Kurdistanê me.

Ev 13 sal in ez li Danîmarkayê dijîm. Dema em gihîştin Danîmarkayê, em hînî zimanê Danîmarkî bûn.

Ev şeş sal in ku ez wekî wergêr li Wezareta Parastinê ya Danîmarkayê kar dikim.”

Fêrî perwerdeya lêşkerî bûn

Sozdar Temo çîroka çûna xwe ya nav Wezareta Parastinê ya Danîmarkayê ji Rûdawê re vedibêje û got:

“Sala 2018an Wezareta Parastinê Danîmarkayê xwest tîmekê çêbike da ku ligel hêzên wan ên di NATOyê de beşdarî şerê dijî DAIŞê bibe.

Di hefteyekê de bêtirî hezar kesên jêhatî hevrikî kir da ku bikarin wî erkî wergirin.

Ji wê hejmarê nêzî 20-25 kes di testan de bi ser ketin, paşê em hatin wergirtin û me nêzî salekê perwerdeya leşkerî li Danîmarkayê dît.

Li ser plana leşkerî, navên çekan û bikaranîna wan, herwisa siwarbûna li tank û wesayitên zirxî û bikaranîna wan û ligel testkirina hemû çekan, ji bo ku em di dema şer de ji her egerekê re amade bin.”

Temo wiha pê de çû, “Ez wekî wergêr ligel hêzên Danîmarkayê di çarçoveya NATOyê de çûme gelek welatên wekî Îraq û Herêma Kurdistanê, herwiha Kuweyt, Spanya û gelek welatên din.”

Gava Îraq û Herêma Kurdistanê rûbirûyî şerê DAIŞê bûn û NATO hat nav şer û dijî DAIŞê şer kir, wê demê Sozdar bi rêya welatê xwe û di çarçoveya hêzên NATOyê de tê Îraq û Herêma Kurdistanê.

Di şerê li dijî DAIŞê de Pêşmerge perwerde kirine

Sozdar li wir leşker û Pêşmergeyan hînî hunera şer, bikaranîna çekên nû li dijî DAIŞê û xweparastinê dikir.

Sozdar Temo dibêje “Gava ez hatim Îraq û Herêma Kurdistanê pir dilxweş bûm wek Kurdekî bi rêya Danîmark û NATOyê bême welatê xwe û bikarim bi vî awayî xizmeta gel û miletê xwe bikim.”

Sozdar zewicandî ye û bavê 2 keçan e û ew bi malbata xwe re pir dilxweş e û got:

“Ez pir dixwazim dema xwe ligel hevjîn û zarokên xwe derbas bikim.

Herwisa ez giringiyeke mezin jî didim werzişê û her roj werzişê dikim û pirtûkan jî dixwînim xasma yên têkildarî karê min.”

 

Rudaw

Top