• Friday, 21 June 2024
logo

Li Colemêrgê liv û tevgera geştyariyê dest pê kir

Li Colemêrgê liv û tevgera geştyariyê dest pê kir

 Li bajarê Colemêrgê ku bi bedewiyên xwe yên dîrokî û sirûştî bi nav û deng e, bi germbûna hewayê re liv û tevgera geştyariyê dest pê kir.

Bajarê ku hezar û 720 metreyan bilind e û beşeke wê ya mezin ji çiyayên bilind pêk tê, bi sirûşta xwe ya pak û ciwan balê dikişîne, di serdema dawî de bû navendeke girîng a geştyariyê.

Colemêrg ku bedewiyên wê yên veşartî  nû nû tên keşifkirin, zozanên wê yên xwedî dîmenên bêhempa, cemed, şelale û curbicuriya jiyana wê ya kovî dibe ziyaretgeha geştyaran.

Geştyar derbarê çand, sirûşt û dîroka wê dibin xwedî agahî

Geştyarên ku di rojên dawî de bi navgîniya şirketên turê tên herêmê, li sirûştê û cihên dîrokî digerin û derbarê çand, siruşt û dîroka wê dibin xwedî agahî.

Li parêzgeha ku her sal hejmara geştyaran lê zêde dibe û jiyana civakî geşe dide, xebatên geştyariyê jî dibin sedema geşepêdana aboriya wê herêmê.

“Gelekî mêvanperwer in”

Şeyma Îsmaîla ku ji Herêma Kurdistanê çûye diyar kir ku Colemêrg xwedî menzereyeke bêhempa ye û got:

"Yên ku berê nehatine vê derê, bila werin û bibînin. Em pir xweş hatin pêşwazîkirin.

Gelekî mêvanperwer in. Min gelek cih û der dîtine lê ev der bi tevahî cuda ye."

“Çiya û mirovên vê derê gelekî baş in”

Chase Jhonsonê ji Amerîkayê jî wiha got:

"Min ev bajar gelekî eciband. Çiya û mirovên vê derê gelekî baş in.

Her kes hewl dide alîkariyê bike. Cihekî pir xweş e. Xwedêkirî ku em hatine."

 

Rudaw

Top