• Tuesday, 18 June 2024
logo

Çîroka malbeteke Kurd 3 xelatên navneteweyî standin

Çîroka malbeteke Kurd 3 xelatên navneteweyî standin

Belgefîlma Silent Trees/Darên Bêdeng a ku behsa jiyana malbateka Kurd dike li  Festîvala 64emîn a Fîlman a Krakowê (KFF) 3 xelat standin. 

Agnieszka Zwiefkayê Polonî derhêneriya belgefîlmê kiriye.

Belgefîm behsa çîroka koçberiyê ya malbateke Kurd dike û di beşa KFF VODê de 3 xelat standine.

Belgefîlma Xelata Espê Zêrîn a Hobyê, lîstikvanê belgefîlmê Xelata Lîstikvanê Herî Baş ê Belgefîlmê stand.

Jûriya KFFê Xelata Fîlmê Ewropayê jî da belgefîlmê.

Darên Bêdeng behsa çîroka trajedîk a malbateka Kurd dike. Bi taybetî jî keça malbatê ya bi navê Rûna di belgefîlmê de derdikeve pêş.

Malbata Rûnayê koçber dibe û dayika wê li ser rêya koçberiyê ya li nava daristanên Polonya û Belarûsê jiyana xwe ji dest dide.

Belgefîlm behsa çîroka koçberiyê ya malbateka Kurd dike

Rûna hewl dide cihê dayika xwe bigire û li 4 birayên we yên biçûk û li bavê xwe xwedî derkeve.

Bavê Rûnayê jî piştî mirina hevjîna xwe dikeve depresyonê.

Festîvala KFFê di navbera 26ـê Gulanê û 2yê Hezîranê hat lidarxistin û 180 fîlm beşdarî festîvalê bûn.

Ji bilî fîlmên Polonyayê ji Fransa, Almanya, Spanya, Îran, Tanzanya, Cezayîr, Qibris, Kosova û Morîtanyayê fîlm beşdarî festîvalê bûn.

Festîval ji aliyê Şaredariya Krakovê û Wezareta Rewşenbîriyê ya Polonyayê hatiye lidarxistin.

Nûnerê Herêma Kurdistanê yê Polonyayê Ziyad Reûf jî li festîvalê temaşeyî belgefîlma Darên Bêdeng kir.

Ziyad Reûf piştî temaşekirina belgefîlmê bi derhêner û lîstikvanan re civiya.

 

Rudaw

Top