• Wednesday, 26 June 2024
logo

Serokê Erkanên Wezareta Pêşmerge pêdivîtiyên sê lîwayên Pêşmergeyan dabîn dike

Serokê Erkanên Wezareta Pêşmerge pêdivîtiyên sê lîwayên Pêşmergeyan dabîn dike

 Serokê Erkanên Wezareta Pêşmerge di serdana sê lîwayên Pêşmergeyan de eşkere dike ku, hejmareke pêdivîtiyên wan her sê lîwayan di demeke nêzîk de çare dikin.

Serokê Erkanên Wezareta Pêşmerge Ferîq Rukin Îsa Uzêr îro (Duşem, 17.06.2024) serdana barega û sengerên lîwayên 2, 6 û 11 yên piyade û fewceke lîwaya 23ê ya piyade kir.

Li dû ragehandina Wezareta Pêşmerge, Serokê Erkanên Wezareta Pêşmerge serdana senger û baregayên hêza Pêşmerge kir û bi fermande û efser û Pêşmergeyan re danûstandin li ser pêdivîtiyên îdarî yên hêza Pêşmergeyan li sinorê erk û berpirsyarîtiyên lîwayan kir.

Çavkaniya nabirî eşkere jî kir, Ferîq Rukin Îsa Uzêr soz da ku ji bo baştirbirêveçûna karên hêza Pêşmergeyan kar li ser tevaya wan pêdivîtiyan bê kirin.

Her li dû wê ragehandinê, Serokê Erkanên Wezareta Pêşmerge piştî dîtina rewşa wan her sê lîwayan, pêdivîtî û daxwaziyên wan vekolan û soz da ku pareke pêdivîtiyên wan di demeke nêzîk de dabîn bikin.

 

K24

Top