• Friday, 05 July 2024
logo

Çîroka trajîk a Awarê Kurd ku Ronaldo xewna wî bi cih anîbû

Çîroka trajîk a Awarê Kurd ku Ronaldo xewna wî bi cih anîbû

Hevdîtin û demeke nejibîrkirinê di navbera zarokê Kurd û stêrkê futbolê Cristiano Ronaldo de pêk hat.

Ronaldo bi îmzaya xwe ya taybet formayê xwe da Awarê Hozanê nexweş.

Awar 5 salî ye û malbata wî ji bajarê Dêrikê yê parêzgeha Hesekê ye. Awar Hozan 3 sal in bi pençeşêrê gurçikan ketiye.

Nexweşiyê bandor li ser hemû bedena Awar kiriye û li hemû bedena wî belav bûye û 20 roj e êdî nema dikare biaxive.

Çûna dibistanê û dîtina Cristiano Ronaldo 2 xewnên mezin ê Awar bûn.

Hozan Yûsifê bavê Awar, ji Rûdawê re eşkere kir ku Awar gelekî dixwest biçe dibistanê lê belê ji ber rewşa wî ya tenduristî nedibû ku ew biçe dibistanê.

Awar li Almanyayê ji bijîşkên xwe xwest ku Cristiano Ronaldo bibîne û li gorî gotina Hozan Yûsif bijîşkên nexweşxaneyê û çend rêxistinan ji bo hevdîtina Ronaldo û Awar alîkarî kir.

“Ronaldo û Awar neaxivîn”

Hozan Yûsif behsa hevdîtina Cristiano Ronaldo û Awarê kurê xwe kir û wiha got:

“Çend rêxistin û tîmên nexweşxaneyê hevdîtina Cristiano Ronaldo û Awar saz kirin. Em çûn me Ronaldo dît.

Awar xwest silavekê li hevdû bikin û destên xwe bixin destên hevdû. Awar gelekî westiyayî bû û ti axaftin di navbera wan de çênebû.

Ronaldo zanîbû ku em Kurd in û xelkê Dêrikê ne, tîma bijîşkan gotibû ku em Kurd in û xelkê Sûriyeyê ne.”

“Ji Dêrikê ji bo Dihokê ji Dihokê ber bi Almanyayê”

Malbata Awar Hozan sala 2013an ji Dêrikê derketine û hatine li parêzgeha Dihokê bi cih bûne.

Awar beriya ku bibe 2 salî ta wî digire û hewaleyê derbas dike. Bi wê nexweşiyê re qirika wî qalin dibe û di destpêkê de bijîşkan nizanîbûn bê ja çî wî heye.

Piştî bi 2 hefteyan bijîşkan li Şama paytexta Sûriyeyê ji malbatê re eşkere kir ku Awar bi pençeşêrê ketiye.

Suad Eliya dayika Awar jî wisa behsa nexweşiya kurê xwe dike:

“25 saetan bi rê de diçûm. Ji Başûrê Kurdistanê, diçûm Dêrikê û ji wir jî bi diçûm heta Şamê, kurê min hêdî hêdî ber bi başbûnê ve diçû.

Şevekê dîsan tayê ew girt me ew bir nexweşxaneyê. Gelek bijîşkan ji me re eşkere kir ku tedawiya kurê we li Almanyayê ye.

Êdî bavê wî neçar ma ku were Almanyayê. “

Bavê Awar bi rêya dijwar a penaberiyê sala 2022yan digihê Almanyayê û li dû rêyekê digere ku kurê xwe jî bîne û li Almanyayê tedawî bike.

Hêviyên bijîşkan ji tedawiyê nemaye

Piştî hewldaneke gelekî zêde û bi zehmet Hozan Yûsif Çiriya Pêşîna 2023yan malbata xwe jî anî Almanyayê û li Almanyayê tedawiya Awar Hozan dest pê kir.

20 roj in, bijîşkan malbata Awar Yûsif hêvîşikestî kirine û ew şandine malê.

Awar Hozanê ku nexweşê pençeşêrê ye li bajarê Wetzlarê yê Almanyayê bi dê û bavê xwe û sê birayên xwe re dijî.

Ew hatibûn Almanyayê da ku şahiya başbûna Awar li dar bixin lê belê di nava henekên rojane û hesirên veşartî yên şevan de li benda nefesa dawîn a Awar in.

 

Rudaw

Top