• Wednesday, 17 July 2024
logo

Xortekî Kurd ji Almanyayê bi bîsîkletê çû Semsûrê

Xortekî Kurd ji Almanyayê bi bîsîkletê çû Semsûrê

Xortekî Kurd ji bi bîsîkletê çû parêzgeha Semsûrê ya Bakurê Kurdistanê.

Xortekî Kurd ê bi navê Rojan Paul Gergerlî li Almanyayê li bîsîkleta xwe siwar bû û li Semsûrê bi def û zirneyê hat pêşwazîkirin.

Rojan Paul Gergerlî xortekî 21 salî yeû li Almanyayê ji dayik bûye.

Bavê Rojan Paul Gergerlî Kurd e û dêya wî Alman e.

Ji Almanyayê zêdetirî 3 hezar û 500 kîlometreyî rê ji bo gihiştina axa bav û bapîrên xwe yên li Bakurê Kurdistanê daye ber xwe.

“Du sal berê ez ji Almanyayê bi bîsîkletê çûm Stenbolê”

Rojan Paul Gergerlî got, "Em her havîn ji Almanyayê bi otomobîlê dihatin Tirkiyeyê.

Ez biçûk bûm û min digot ez dixwazim carekê bi bisikletê bêm.

Du sal berê ez ji Almanyayê bi bîsîkletê çûm Stenbolê.

Piştre divabû ez vegerim Almanyayê ji ber ku ez fîzyoterapîstiyê dixwînim û ezmûnên min hebûn.

Min got piştî ezmûnan ez dixwazim carek edin dest bi vê rêwîtiyê bikim.

Ez niha diçim Kolikê û piştre dixwazim li Nemrûdê selfiyekê bigirim. Piştî wê rêwitiya min temam dibe."

Piştî 24 rojan gihîşt Semsûrê

Piştî rêwitiyeke zor û zehmet a 24 rojan xewna xwe ya zarokatiyê bicih anî û gihişt navçeya Kolikê ya Semsûrê.

Dayik, bav û kesûkarên wî bi dahol, zirne û dîlanên Kurdî pêşwazî li Rojan kirin.

Mahmut Gergerlî bavê Rojan wiha anî ziman:

"Digot ez dê rojekê bi bîsîkletê biçim welatê xwe axa ku bavê min lê ji dayik bûye.

Spas ji xwedê re ev yek pêk anî. Em kêfxweşiya vê yekê dijîn. Bê qeza û bela hat."

“Ez şanaziyê pê dikim”

Yohanna Gergerliyê dêya Rojan got, "Ez gelekî kêfxweş im ku Rojan geşteke wiha mezin a bîsîkletê kiriye. Bi rastî ez şanaziyê pê dikim."

Rojan Paul Gergerlî xwendekarê zanîngehê ye.

Di vê geşta xwe de 6 welat û bi dehan bajar li pey xwe hiştin.

Niha ew kêfxweş e ku li bakurê welat gihiştiye ser wê axa ku rih û rîşalên wî li ser şîn bûne û ji wê derê gihiştine Almanyayê.

 

Rudaw

Top