• Sunday, 16 June 2024
logo

Derhênereke Kurd li Festîvala Cannesê li hêviya piştgiriyê ye

Derhênereke Kurd li Festîvala Cannesê li hêviya piştgiriyê ye

 Çend ciwanên xwedî projeyeya belgefîlman ji bo projeyên xwe beşdarî Festîvala Fîlman a Cannesê bûne.

Yek ji wan ciwanan derhênereke Kurd a Êzidî Dilpak Mecîd e.

Ciwan li benda piştgiriya kompanya û berhemhêneran in ku piştgiriyê bidin projeyên wan.

Derhênera Kurd Dilpak Mecîd beriya bi 3 salan biryar da ku jiyana dayikekê û keçeke wê ya bi 40 serî mih û bizinan a li gundê Şaryayê Dihokê bike belgefîlm.

Navê belgefîlma Dilpak Mecîdê “Ez û Dayika Xwe” ye.

Dilpak Mecîd bi xwe jî ji gundê Şaryayê ye.

“Divê derhênerên Kurd bi sebir bin”

Derhêner Dilpak Mecîd ji Rûdawê re axivî û got, “Fîlm dê sala 2026an amade bibe.

Dema amade bû dê ji bo hemû festîvalên fîlman ên cihanî were şandin.

Spasiya wan hemû kesan dikim ku alîkariya min kirine.

Ew tişta ku em dikin ez ji bo her keç û kurên Kurd ên derhêner re dibêjim divê sebira me ya zêde hebe heta fîlmêkî dirêj amade bikin û bigihên asta cihanê.”

Rûdaw jî hevbeşê amadekirina posterê belgefîlmê ye. 3 sal e kar li ser vê projeyê tê kirin.

Di destpêka sala 2024an de proseya tomarkirina belgefîlmê dest pê kir.

Produserê belgefîlmê jî Merwe Temam e, ew ji Qahîreya Misirê ye.

“Min li ser Kurdan pir tişt nedizanî”

Merwe Temamê li ser projeya belgefîlma “ Ez û Dayika Xwe”ji Rûdawê re got, "Cara yekem li Libnanê min û Dilpakê hevdû dît.

Min li ser Êzidiyan û Kurdan pir tişt nedizanî. Ji min re behsa çîroka wê jina û keça wê kir.

Min hîs kir ku pêwendiyek di navbera min û wê jinê û keça wê de çêbû.

Ez wisa bawer dikim çîroka gelek jinên Ereb ên bi wî awayî hene.

Lewre heman tirs û berbest û xewna me heye.”

“Ev çîrok ji bo min nû ye”

Bepirsê Belgefîlman ê Festîvala Cannesê Pierre-Alexis Chevit jî ji Rûdawê re got:

“Ew çîrok û karekter nû ne ji bo min û min berê ew nedîtine.

Min gelekî jê îstîfade kir. Bi taybetî ji çîrokê.

Min ji wê hêza Merwe û Dilpakê gelekî hez kir ku nîşanî me jî dan.”

Li aliyê din, nûnera kompanyayeka Brîtanyayê Katarina Radiskê jî li ser projeya belgefîlm “Ez û Dayika Xwe” ji Rûdawê re got:

"Projeyeke gelekî baş e û jinên wekî ku di çîrokê de hene li gelek cihan hene û dikarin xwe di çîrokê de bibînin.”

Budçeya projeyê heta niha 2015 hezar dolar e. Heta niha wekî belgefîlma “Ez û Dayika Xwe” 8 projeyên din jî hene.

 

Rudaw

Top