Keça Tatlises bi koronayê ket
![Keça Tatlises bi koronayê ket](https://gulanmedia.com/public/old_images/articles/504787Image1.jpg )
Li gor medyayên Tirkiyê, çend roj berî niha destgirtiyê keça Tatlises, Levent Dorter jî bi koronayê ketibû.
Dîlan Çitak Tatlises di Instagrama xwe de wiha nivîsandiye: “Ji ber giliyên min ên windakirina bêhnê û tamê û encamdana pişkinîna COVID-19, encama pişkinîna min pozîtîv derket.”
Keça Tatlises, Dîlan piştî ku encama testa destgirtiyê wê Levent Dorter pozîtîv derketibû, di weşaneke zindî de li ser hesaba xwe ya Instagramê ragihandibû: “Ez jî niha bê hal im, têm dermankirin, Xwih didim, di bêhndanê de hinekî zehmetiyê dikişînim. Bêhalî zêde ye. Ji nexweşketinê ditirsim.”
Rudaw