• Saturday, 29 June 2024
logo

Mustafa Karasu: Dewlet dixwaze Kurd xaka xwe biterikînin

Mustafa Karasu: Dewlet dixwaze Kurd xaka xwe biterikînin

Mustafa Karasu li ser şewata li Mêrdîn û Amedê û sedema midaxeleya dereng a ji bo vemirandina agir got, “Dewlet dixwaze Kurd xaka xwe biterikînin.”

20ê vê mehê di navbera navçeya Çinarê ya Amedê û navçeya Şemrexê ya Mêrdînê de şewateke mezin çêbû.

Heta niha 15 kesan wefat kiriye û xisareke gelekî mezin a madî heye.

Endamê Konseya Rêveber a KCKyê Mustafa Karasu li ser vê şewatê û mijarên din ên li rojevê ji ANFyê re axivî.

“Dewlet dixwaze Kurd xaka xwe biterikînin”

Karasu got ku “DEDAŞ û dewlet hewl didin xwe bê sûc nîşan bidin” û wiha axivî:

“Ez ji bo kesên ku di şewata li Mêrdîn û Amedê de jiyana xwe ji dest daye, ji Xwedê rehmetê û ji bo birîndaran jî şifayeke lezgîn dixwazim.

Li Amed û Mêrdînê komkujiyeke din qewimî. Ev bi eşkere komkujiyeke dewletê ye.

Dema ku li Ege û Akdenîzê şewatek derket, midaxeleyek dereng û ne têrker jî be dewletê helîkopter, balafirên şewatê, ÎHA û her cure derfet xistin dewrê.

Lê dema ku li Kurdistanê heman rewş diqewime, dewlet nakeve nav liv û tevgerê.

Dixwaze ku Kurd ji jiyana xwe aciz bibin û xaka xwe biterikînin!

Lewma di şewata li Mêrdîn û Amedê de heman helwest nîşan daye.

Dewlet her derfetê ji bo qirkirina Kurdan bi kar tîne, bêyî ku ti lêkolîn were kirin, bêyî ku serî li ti şahidan bê dayîn bi ecele hat gotin ku şewat ji pirêzeyan derketiye.”

“Careke din hat dîtin ku bûyerên li Kurdistanê çawa tên berovajîkirin”

Karasu bang li Kurdan kir ku “Birînên şewatê bi yekîtî û piştevaniyê bipêçin” û li pey çû:

“Dema ku ev şewata mezin bi gelek mirin û birîndariyan bi encam bû, dewletê bi lez got şewata pirêzeyan e.

Bêyî ku ti lêkolîn were kirin, bêyî ku serî li ti şahidan bê dayîn bi ecele hat gotin ku şewat ji pirêzeyan derketiye.

Ji bo ku neyê dîtin ku sûcdar dewlet û DEDAŞ in, wan xwest wisa nîşan bidin ku şewat ji ber pirêzeyan derketiye û hewl da ku dewletê jê paqij bikin.

Şahidan gotiye ku şewat ji amûdê karebayê derketiye lê rayedarên dewletê, ajans û kanalên televîzyonê yê girêdayî hikûmetê nûçe belav kirin ku şewat ji pirêzeyan derketiye.

Çapemeniya mixalîf jî nûçe wisa daye. Ji ber ku ji tirsa li hemberî desthilatê, gotinên şahidan ji xwe re esas negirtin, wan tenê daxuyaniya fermî esas girt.

Eger ev şewat li devereke din a Tirkiyeyê derketiba, dê gotinên şahidan û gel bihata weşandin.

Careke din hat dîtin ku bûyerên li Kurdistanê çawa tên berovajîkirin û çapemeniyê jî dikin amûra vê yekê.

Şahid dibêjin ku dîrek û têlên elektrîkê kevn in û wan gelek caran ji bo bên nûkirin, serlêdan kiriye. Ne kesek, gundiyên li qada şewatê hemû vê yekê dibêjin.”

“DEDAŞ li Kurdistanê bûye amûra mêtingehkirina gel”

Endamê Konseya Rêveber a KCKyê Mustafa Karasu li ser DEDAŞê jî ev tişt gotin:

“Ev DEDAŞ li Kurdistanê bûye amûra mêtingehkirina gel û zextê li ser gel dike.

Cendirmeyên li herêmê, bûne wekî hêzeke leşkerî ya di bin fermana DEDAŞê de.

DEDAŞê bi sedan caran bi cendirmeyan re bi ser gund û malan de girtiye.

Gel bi salan aniye ziman ku bi rêya DEDAŞê zext li gel hatiye kirin. Têkildarî DEDAŞê bi dehan nûçeyên bi vî rengî hatine çêkirin.

DEDAŞ li aliyekî jî bûye bela serê gel. Li ti devera Tirkiyeyê saziyeke bi vî rengî nîne.

Eger rewşeke wiha hebe, dê li Ege, Karadenîz û Akdenîzê gel serî rakiriba.

“Leşker û polîs Kurdan wekî dijmin dibînin”

Jixwe cendirmeyan jî nedikarî di asteke wiha de wekî saziya leşkerî ya şirketekê tevbigeriya.

Dema mijar dibe Kurdistan, leşker û polîs Kurdan wekî dijmin dibînin. Lewma her cure zextê li ser gelê Kurd, ji xwe re rewa dibînin.

Dewleta Tirk hemû çavkaniyên Kurdistanê li ser Kurdan wekî amûra zext û mêtingeriyê bi kar tîne.

Elektrîk, enerjî û av di destpêka van de ye. Ji sedî 80yê elektrîk û enerjiya Tirkiyeyê li Kurdistanê tê hilberîn.

Li ser Ferat û Dîcleyê bi dehan bendav hatine çêkirin. Piraniya petrolê jî ji Kurdistanê derdikeve lê gelê Kurd ji vê enerjiyê jî piçek sûdê wernagire.

Tewr ev enerjî jî veguheriye amûra mêtingehkirina Kurdan.

Beşeke mezin a elektrîkê li Kurdistanê derdikeve lê vê enerjiyê nadin Kurdan. Ya tê dayîn jî bi fiyetekî fahîş tê dayîn.

Aha mêtingeriyeke bi vî rengî heye. Li Kurdistanê ev qas enerjiyê derxe lê Kurdan bike feqîrê enerjiyê!

Ev ne exlaqî, ne wijdanî û ne jî adil e. Eger enerjî ji vê xakê derdikeve, divê mirovên vê xakê ji vê yekê sûdê wergirin.”

 

Rudaw

Top