• Saturday, 29 June 2024
logo

Berîtan Guneş: Dema mijar canê Kurdan be tenê balafirên şer difirin

Berîtan Guneş: Dema mijar canê Kurdan be tenê balafirên şer difirin

Berîtan Guneşa Parlamentera DEM Partiyê ya Mêrdînê got, “Dema mijar xweza û canê Kurdan be tenê balafirên şer difirin.”

20ê vê mehê di navbera navçeya Çinarê ya Amedê û navçeya Şemrexê ya Mêrdînê de şewateke mezin çêbû.

Heta niha 15 kesan wefat kiriye û xisareke gelekî mezin a madî heye.

DEM Partiyê li ser agir pêşniyarnameyek pêşkêşî Parlamentoya Tirkiyeyê kir û daxwaza lêkolîn û lêpirsînê kir.

Dema axaftina li ser pêşniyarnameyê di navbera parlamenterên DEM Partî û AK Partiyê de nîqaşên tund rû da.

“Berpirsiyariya mezin a we ye”

Parlamenterê AK Partiyê yê Amedê Galîp Ensarîoglu got ku dewletê erkê xwe bi cih aniye û bersiyariya vemirandina êgir di stûyê şaredariyan de ye berdewam kir:

“Ji vemirandina agir berî hemûyan, saziya agirvemirandinê berpirsiyar e. Berpirsiyariya mezin a we ye.

Ji 10an 1ê otomobîlên we yên agirvemirandinê ne li wê derê bûn.

Ji 20an 1ê karmendên we ne li wê derê bûn. We çima neşandin? Berî hemû kesî hûn berpirsiyar in.”

DEM Partî jî dide zanîn ji ber ku agir li bajarên Kurdan bû dewletê xemsarî kiriye.

“Helîkopterên we li kû derê bûn?”

Parlamentera DEM Partiyê ya Mêrdînê Berîtan Guneşê bal kişand ser xemsariya dewletê û wiha axivî:

“Ew helîkopterên we yên ku diçin her cihê Tirkiyeyê, dema agir li bajarên Kurdan bû li kû derê bûn?

Helîkopterên we yên şevê ku we navê wan kiriye ‘nefes’ çima vê şevê ne li Amed û Şemrexê bûn?

Çima mirov ji neçarî çûn agir vemirînin? Kê ferman da ku hêzên ewlehiyê rê nedin ambulans biçin gund û rê girtin?

“Dema mijar canê Kurdan be tenê balafirên şer difirin”

Em niha bi awayekî eşkere dipirsin. Ev ne dijminatiya Kurdan, xwezayê û candaran e?

Hûn bersivê bidin lê hûn nikarin bidin. Ji ber ku dema mijar xweza û canê Kurdan be tenê balafirên şer difirin.”

“Ji ber ku Kurd in midaxele dereng hatiye kirin”

Parlamenterê CHPyê yê Amedê Sezgîn Tanrikulu jî got ku berpirsiyariyê siyasî yê bûyerê AK Partî ye.

Sezgîn Tanrikulu da zanîn ku li gorî xelkê herêmê "Ji ber ku Kurd in midaxele dereng hatiye kirin” û li pey çû:

“Divê sedema vê bûyerê bi lêpirsîneke şefaf, zelal û bibandor bê eşkerekirin.

Li gorî pêşrapora Serdozgeriya Komarê ya Amedê berpirsê bûyerê saziya elektrîkê DEDAŞ e û hatiye tesbîtkirin ku agir ji ber xetên elektrîkê derketiye.

Ji ber wê jî divê demildest lêpirsîneke bibandor bê kirin.

Ya duyem jî ji bo ku dereng midaxele hat kirin bertekên cidî hene.

Welatiyên me bi awayekî zelal dibêjin, ji ber ku agir li Diyarbekir û Mêrdînê pêk hatiye û kesên canê xwe ji dest daye Kurd in, midaxele dereng hatiye kirin.”

Herwiha Parlamentera DEM Partiyê ya Erziromê Meral Danîş Beştaş û Galîp Ensarioglu di dema nîqaşan de heqaretên giran li hevdû kirin.

 Ji ber nîqaşa di navbera wan de Serokwekîlê Parlamentoyê bi qasî 10 deqîqeyan navber da rûniştinê.

 

Rudaw

Top