• Saturday, 29 June 2024
logo

Wezareta Pêşmerge û Hevpeymanî Protokola Hevtêgihîştinê ya mehane dinirxînin

Wezareta Pêşmerge û Hevpeymanî Protokola Hevtêgihîştinê ya mehane dinirxînin

Wezareta Pêşmerge ragihand, projeyasaya çaksaziya Wezareta Pêşmerge ji bo hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê projeyek niştimanî ye û armanc jî avakirina hêzeke niştimanî ya yekgirtî li ser bingeha baweriyên neteweyî û niştimanî ye.

Wezareta Pêşmerge û hêzên Amerîkî îro 25.06.2024, li Dîwana Wezareta Pêşmerge, civîneke berfireh ji bo nirxandina mehane ya Protokola Hevtêgihîştinê ya di navbera herdu aliyan de, li dar xistin.

Di civînê de, Birîkarê Wezareta Pêşmerge Ebdulxaliq Babîrî, Serokerkanê Wezareta Pêşmerge Îsa Uzêr, Emîndariya Giştî û Şêwirmendê Wezaretê Bextiyar Mihemed Sidîq, Fermandarê Hêzên Hevpeymaniyê Kolonel McKenzie, Berpirsê Ofîsa Hevkariya Asayişê li Konsulxaneya Amerîka li Hewlêrê Kolonel Michael Kagero û hejmarek rêveberên giştî yên Wezareta Pêşmerge amade bûn.

Di hevdîtinê de, her du aliyan behsa nirxandina mehane ya çawaniya cîbicîkirina bendên Protokola Hevtêgihîştinê kirin û tekezî li ser bilezkirina pêngavên birêxistinkirina yekîneyên curbicur ên Hêzên Pêşmerge li gorî plana stratejîk a yekxistina hêzan kirin.

Berpirsên pilebilind ên Wezareta Pêşmerge tekez kirin ku plana Wezaretê bo qonaxa niha ya Hêzên Pêşmerge, cîbicîkirina bername, erk û planên stratejîk ên Wezareta Pêşmerge ji bo yekxistina hêzan ye.

Herwiha amaje bi wê yekê jî kirin ku projeya çaksaziya Wezareta Pêşmerge, projeyekî niştimanî ye ji bo hêzên Pêşmerge û armanca wê avakirina hêzeke niştimanî ya yekgirtî li ser bingeha baweriyên netewî û niştimanî ye.

Herwiha tekezî li ser pêngavên xwe yên berdewam ji bo rêkxistin û yekxistina hemû hêzên cuda di çarçoveya Wezareta Pêşmerge de kirin.

Ji aliyê xwe ve, tîma şêwirmendên hêzên hevpeyman li Herêma Kurdistanê kêfxweşiya xwe li hember hewlên Wezareta Pêşmerge û Hikûmeta Herêma Kurdistanê nîşan da.

Got: Ew bi cidî li hewlên Wezareta Pêşmerge û Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo cîbicîkirina bendên yadaştnameyê dinêrin.

Di heman demê de amaje bi wê yekê jî kir, bi hevkarîkirina Pêşmerge, em dikarin proseya çaksazî û birêxistinkirina hêzên Pêşmerge bileztir bikin.

 

Basnews

Top