Şokrî Rêkanî ji bal hind kesên nenas ve hat kuştin
![Şokrî Rêkanî ji bal hind kesên nenas ve hat kuştin](https://gulanmedia.com/public/old_images/articles/shokrirekani98766.jpg )
Li gor gotina xelkê deverê, gava Şokrî Rêkanî bi mebesta çerandina kewalên xwe ji malê derketî ji aliyê çend kesên nenas ve hat gole barankirin û di encam de canê xwe ji dest da.
Rêveberê polîsên Amêdiyê diyar kir ku, li gorî lêkolînên destpêkê ev bûyer ji ber kêşeyeke civakî pêkhatiye û lêkolîn di vê derbarê de berdewamin.