44 salan ji şanoya Kurdî re xizmet kir niha di hemamê de xewdike
![44 salan ji şanoya Kurdî re xizmet kir niha di hemamê de xewdike](https://gulanmedia.com/public/old_images/articles/cisermekgirane3423.jpg )
Omer Çawşîn. Navekî naskirî ye. Şanogerekî mezin e, lê belê niha cihek tune ye lê raze. Bêmal e. Bê cih e, bê war e.
Dibêje, ancax 2 salên din bijîm, min ji vê hemamê derxînin bila weke însanan bijîm.
Omer Çawşîn ji rojnameya Hewlêr re dibêje, ji ber ku cihekî razanê tune bû, ew 3 mehan di çayxaneya Hecî Ebid de raza.
Şanogerê Kurd Omer Çawşîn pêl li 70 saliya xwe kiriye, dibêje tendurustiya wî gelekî xerab e, 2 salên wî ji jiyanê re mane, "bihêlin bila her du salên xwe weke mirovan bijîm.." (avestakurd)