Li Silêmaniyê du birayan di 3 hezar metre bilindahiyê de tavle lîstin
![Li Silêmaniyê du birayan di 3 hezar metre bilindahiyê de tavle lîstin](https://gulanmedia.com/public/old_images/articles/319889Image1.jpg )
Ev yekemîn car e, ku tîma firokevanî ya Silêmaniyê dixwaze nimayîşekî balkêş bike. Ev nimayîş jî lîstoka di nava lîstokê de ye. Herdu bira, Huner û Herêm Qadir bi peraglayder ji ser Çiyayê Goyje firîn û 80 xulekan li esmanên Silêmaniyê man. Ya herî balkêş jî ew bû, ku herdu birayan li esmanan tavle lîstîn.
Huner Qadir xwedî ezmûna 4 sal firînê ye û li derveyêi Kurdistanê beşdarî çendîn xulên rahênanan bûye.
Ji bo bikarin li esman tavle bilîzin, pêwîste leza çûna wan ji 35 pile zêdetir nebin da ku bikarin kontrola tevgerên xwe û venîştinê wenda nekin.
Tîma firokevanî ya Silêmaniyê dixwaze ev lîstok tenê di bi werzîşvanan ve sînordan nebe, herwiha hemwelatî û geştiyar jî bikarin heman tam û çêjê ji firînê werbigrin.
Tîma firokevanî ya Silêmaniyê di sala 2009ê de hatiye damezrandin û yekemîn yaneya tîma firokevanî ya Herêma Kurdistanê ye.
Rudaw