• Friday, 28 June 2024
logo

Rêveberekî Gorran: Balefirgeha Silêmaniyê cîhê xelkê sivile, nabe ji bo berjewendiya PKKê bikeve bin metirsiyê

Rêveberekî Gorran: Balefirgeha Silêmaniyê cîhê xelkê sivile, nabe ji bo berjewendiya PKKê bikeve bin metirsiyê

Endameke Civata Giştî ya Tevgera Gorran hişyarî da û gefxwarinên Tirkiyê wek metirsî dizane û daxwaz dike, jiyana xelkê sivîl ji PKKê re nekin qurban.

Duh 22.06.2024ê rojnameya Yeni Şafak a wek zimanê AK Partî ya Tirkiyê ye aşkera kir, Tirkiye şik dike ku balefirgeha Silêmaniyê bûye binkeyê gehandina hevkarî û alîkariyên lojîstîk bo PKKê û bi wê rêyê ve dron û pêdiviyên şer digehe Qendîlê û Rojavayê Kurdistanê. Ji bo wê jî eger her bareke din ê alîkariyan bi wê rêyê ve bigehe dê ji aliyê Tirkiyê ve bibe armanca êrîşê.

Endamê Civata Giştî yê Tevgera Gorran Dilşad Reşîd ji BasNewsê re ragehand: ‘’Giringe em bi hestan tevnegerin. Berjewendiyên Herêma Kurdistanê divê li ser hemû nêrînan re be, ji ber gefxwarinên hene metirsîdarin, ji bo wê berjewendiyên ewlehiyê mirov zêdetir giringî bidê’’

Herwaha got: ‘’Balefirgeha navnetewî ya Silêmaniyê cîhê xelkê Sivîl e û nabe rê bê dayîn ku xelk ziyanê jê bibînin.’’

Dilşad Reşîd got: ‘’Acizkirin û nerihetkirina Tirkiyê gelek xelete û metirsîdare, bi taybet di vê rewşê de. Ji ber ti welatek qebûl nake gef li asayîşa wê bên xwarin, bi taybet ji aliye cîraneke wê yê ji xwe bihêztir.’’

Serokomarê Tirkiyê Receb Tayîb Erdogan di serdana xwe ya dawiyê bo Bexdayê û hevdîtinên li gel berpirsên payebilindên Iraqê de diyar kiribû ku nabe rê bê dayîn bi ti awayekî ti cîheke Iraqê û Herêma Kurdistanê ve gef li ser asayîşa Tirkiyê bên çêkirin.

 

Basnews

Top