• Friday, 28 June 2024
logo

Rojavayê Kurdistanê – Çekdarên PKKê bijîşkek revandin

Rojavayê Kurdistanê – Çekdarên PKKê bijîşkek revandin

 Îro 23.06.2024ê çapemeniya Rojavayê Kurdistanê ragehand ku li bajarê Hesekê, çekdarên PYDê (Partiya Yekitiya Demokratîk) ku baskê PKKê yê Rojavayê Kurdistanê ye, bijîşkek ji bo cîheke nediyar revandine.

Vê çarçoveyê de tora Sûrî ya Mafên Mirovan beyanameyek belav kir û ragehand, çekdarên PYDê li navçeya Tel Eswed a li bakurê bajarê Hesekê, bijîşkekî bi navê Ebdula Salih li klînîka wî ew girtine û ew bijîşke ji bo cîheke nediyar birine û hîn sedemê girtina wî nehatiye zanîn.

Li gor zanyariyan di heyama du mehên borî de çekdarên PKKê li Rojavayê Kurdistanê 15 çalakvanên siyasî û rojnamevan ji bo cîhên nediyar revandine û heta naha çarenivîsa wan nediyare.

 

Basnews

Top