• Friday, 28 June 2024
logo

Muna Qehweçî: Aramiya bajarê Hewlêrê di destekî ewle de ye

Muna Qehweçî: Aramiya bajarê Hewlêrê di destekî ewle de ye

Cîgirê Serokê Partiya Çaksaziya Tirkmenî ragihand ku aramiya Hewlêrê di destên ewle de ye û bername û hewlên kesên firsetçî ti carî bi ser nakevin û wê rûbirûyê têkçûnê bibin.

Îro şemiyê Cêgira Serokê Partiya Çaksaziya Tirkmenî Muna Qehweçî di bersiveke çapemeniya fermî a YNKê û kesekî bi navê Ebdulbasit Xalid ku dibêje namzedê min yê Tirkmen li Hewlêrê, ji aliyê asayîşa Hewlêrê ve hewla girtina wî hatiye dayîn de ragehand: Aramiya Herêma Kurdistanê bi westandin û hewildan a hêzên asayîş û tevahiya hêzên ewlehiyê seqamgîr bûye, nayê qebûlkirin ku ji bo armancên siyasî û berjewendiyên taybet xebatên van hêzan bêrûmet bikin.”

Herwaha dibêje, “Jiyana hemû kesayetiyekî Kurdistanî bi hemû pêkhateyên cuda ve hemû demê hatiye parastin, aramiya bajarê hêja yê Hewlêrê di destekî bi ewleh de ye û ti carî mername û hewlên kesên firsetcî serkeftî nabin û wê bi têkçûnê re rûbirû bimînin.”

Qehweçî amaje bi wê jî daye: “Hewlêr hêlîna pêkve jiyana aştiyane a di navbera pêkhateyên cuda  û hemû demê jî rêz û destxoşiya me ji bo hemû hêzên asayîş û hêzên ewlekariyê re heye ku karîne bêy cudahî xizmeta bi Hewlêr û hemû Kurdistan bikin û aramî û seqamgîriya ewlehiya hemû hemwelatiyên Kurdistanê dabîn bikin.”

Hêjayî gotinê ye ku îro rêveberiya ragehandina asayîşa Hewlêrê ew gotegota derew derxistiye ku ji aliyê çapemeniya YNKê ve tê kirin, qaşo hewla girtina kesekî tê dayîn ku tê îdia kirin Tirkmene, red dike.

 

Top