Hadî Elî bo Gulan: mercên nêvdewletî ji bo damezrandina dewleta Kurdistanê guncayîne û pêwîste em li ser astê navxweyî bingehê jê re hazirbikin
Hemû hizir di wê arastê de ne ku êdî nexşa SayksPîko xizmeta berjewendiyên welatên herhêz yên cîhanê nakin, herwiha mana vê nexşê paşeroja Rojhilata Navîn ber bi tevhevî û neseqamgîrî û şerekî domdirêj û bê dawî dibe, lewra niha pir behsa guhertina nexşa SayksPîko tê kirin. Eşkereye ku Kurd ji vê rêkeftinê zeremendê serekî bû, lewra dema behsa guhertina vê rêkeftinê tê kirin, hêviya kurda ew e ku di vê guhertinê de bibe xudan dewleteke serbixwe. Ji bo axaftin li ser ev guhertina ku tê çaverêkirin û çawaniya mifa wergirtina kurdan ji vê derfetê, me ev dîmane bi Elî Hadî siyasetmedar û wezîrê berê yê dada Herêma Kurdistanê re encamda û bi vî corî boçûnên xwe ji Gulan re zelalkirin* Îsal sedsalek bi ser rêkeftina SayksPîko re derbazdibe, wê rêkeftinê temama nexşeya Rojhilata Navîn dariş û rewşeke xerab bi ser Kurdan de sepand û kurd perçe perçe kirin, niha jî bi sedema serketinên mezin yên Pêşmerge, hevsoziyeke mezin li ser astê nêvdewletî li hember kurdan peydabûye, gelo çi were kirin başe daku di ev hevkêşa siyasî a nû de ew hevsoziya mezin ji bo kurdan çêbibe?
- eşkereye ku rêkeftina SayksPîko 100 sal di ser re derbazdibin, ev rêkeftine di navbera nûnerên Berîtaniya û Firensa de hate encamdan, bêgoman piştre nûnerê Rûsiya jî -wezîre derve yê wî welatî- hate nav rêkeftinê. Ew serdemê şerê şerê cîhanî yê yekem bû û sedema peydabûna wî şerî jî ji aliyê dewletên herhêz ve, ew bû ku baweriya wan ew bû ku di encamê wî şerî de wê bikarin kontrola wan navçeyan bikin ku li jêr hukmraniya Osmaniyan de bû. Yê ku cihê ecêbê ye niha mercên siyasî yên ew navçeyên ketibûn di çarçoveya wê rêkeftinê de, wekî mercên serdema encamdana rêkeftinê ye, wate çawa di wî serdemî de împratoriyeta Osmanî zeîf bû û ew navçane jî pir çav li ser bûn, niha jî dewletên vê navçeyê wek Îraq û Sûriya û dewletên derdorê di heman rewş de ne, wek çawa li wî serdemî derfet hebû ku ew navçane werin kontrolkirin û bi şêweyekî ji şêweyan werin dabeşkirin, niha Îraq û Sûriya û navçeyên li derdora wan bûna qada hevrikiya hêzên herêmî û nêvdewletî û behs û xwsta dabeşbûn û guhertina nexşa SayksPîko hatiye pêş. Bêgoman yek ji ew aliyên ku SayksPîko ziyan gehandibê di asta yekê de Kurd bû. Lê bi berhevkirina rewşa kurd bi berî niha bi sed salî re , niha rewş û mercên siyasî baştire, herwiha ji aliyê herêm û nêvdewletî ve jî niha giringiya kurdan zêdetire. Lê paş şerê cîhanî yê yekê kurd ne di rewşeke wiha de bûn ku bikarin li ser lingê xwe bisekinin û dewletekî ji xwe re damezrînin yan dewlet jê re were dirustkirin. Ji ber ku di şerê yekem û duyem yê cîhanî de û heta li sala 1975ê de jî ku şoreşa Eylolê rastî wê çarenivîsê bû, hokarên derveyî rêgirên serekî bûn ku kurd nebin xudan dewleteke serbixwe, lê niha hokarên nêvdewletî jî ta astekî piştevane ku kurd dewletekê ji xwe re dabimezrînin, herwiha rewşa herêmî jî ne wek rewş û wîstgehên dîrokî ne, bo nimûne, Îraq û Sûriya ne di rewşekê de ne ku bikarin rêgirbin, turkiya bi şêweyekê ji şêweyan tefehumê dike û heta ne xuyaye ka Îran wê rêgiriyê bike. Wate niha mercên nêvdewletî û herêmayetî ta astekî di berjewendiya Kurdan deye, lê kêş û dax di wê deye ku mercên nundir yê me ne di astê pêwîst deye û ne di astê qûnax û van hemû derfetan deye ku hatine pêş ji bo Kurdan, çûnkî me berê gilî li bextê xwe dikir ku rewşa herêmî û nêvdewletî ne diberjewendiya kurdan de bû û li dijî xwastên kurda bû, niha mercên herêmî ku pir hatiye guhertin û em dikarin bêjin mercên nêvdewletî jî ta astekî piştevanê kurde, piştevaniya siyasî û leşkerî jî heye ku niha di şerê DAIŞê de em dibînin.
* we behsê hebûna hevsoziyê kir ji bo kurdan, bitaybet li ser astê nêvdewletî, pirsyar ew e, çawa em wê hevsoziyê biguhêrin ji bo piştgîrîkirina li proseya avakirina dewleta Kurdistanê û jinavbirina ew xedra ku di rêkeftina SayksPîkop de li kurdan hatî kirin?
- berî ez bersiva pirsyara te bidim, min bi xwe hinek hizir û serincên taybet li ser rêkeftina SayksPîko hene, di rastiyê de sê netewe ketine ber karîgeriya vê rêkeftinê, ew jî pêktên ji kurd û ereb û turk, niha jî ev hersê netewe gilî û gazin hene ji wê rêkeftinê û hizira wan wihaye ku SayksPîko ew perçekirin, lê heger em bala xwe bidin wî serdemî ku kurd û ereb û turk li jêr deshelata osmaniyan de bûn , wiha ne kurd û ne ereb nexudan qewareyeke siyasî a taybet bi xwe bûn ku ev rêkeftine hatibe û perçekiribe. Wate ev navçane hemû ser bi deshelata osmanî ve bûn û navçe li ser bingehê wîlayetan hatibûn dabeşkirin û ereb hemû ne ser bi yek wîlayet ve bûn, herwiha kurd jî ne bi ser yek wîlayet ve bûn. Wate niha rêkeftina SayksPîko pêwîstî bi xwendineke babetiyanetir heye, naveroka vê rêkeftinê pêkdihat ji dabeşkirina navçeyên jêr deshelata osmaniyan li rojhilata naverast di navbera herehêzên wî serdemî de, paşê çend dewlet ji ereban re hatin çêkirin. Yê ku girêdayî kurdan ew bû ku herhêz ne amadebûn kurd di çarçovê qewareyeke siyasî a serbixwe de cih bigre. Derbarê pirsyara te, niha her çiqas em di navxwe de bi hêzbin ji aliyê rêvebirin û abûrî ve, ji aliyê mafên mirov û pêkvejiyana pêkhatên kurdistanê, herwiha ji aliyê peydakirina corek ji sazana nîştimanî di navbera aliyên siyasî de daku modelekê pêşkêşbikin ku cuda be ji navçeyên din yên Îraq û navçeyê. Ev dibe baştirîn kert di dest kurdan de ji bo gorîna ew hevsoziya di astê kurd de heye bi taybet li ser astê nêvdewletî daku di şiyan de be ji aliyê siyasî ve jî kar li ser were kirin, lê mixabin di mawê yek, du dalên borî de, şûnveçûn çêbûye, çûnkî di demekê de ku nêrînên pozetîv li hember hukumeta Kurdistan û xelkê Kurdistanê çêbûye niha rewşa aborî di qeyranê deye û rewşa siyasî jî di tengasiyeke aloz û mezin deye, ev bûne sedema ku ew wêneya ciwan a li ser kurd dirustbibû, niha mijawî bibe.
* eger di merca niha de em gavan di arasteya avakirina dewletê de bavêjin, wiha heta çi radê em ê bikarin karîgeriya pozetîv li ser hukumet û raya giştî a rojava bikin?
- ez di wê baweriyê de me ku heger em bikarin rewşa navxweyî baştir bikin û bikarin di pileya yekê de qeyrana siyasî û piştre qeyrana aborî derbazbikin, wiha bi sanahî em dikarin mifayê ji piştevaniya nêvdewletî werbigrin.
* çi di hundir de were kirin ji bo rêxistina nav mala kurd û daku em bikarin bingehê sazbikin ji bo em bikarin biryarek wiha çarenivîssaz bidin?
- xuyaye ku halê hazir pênc aliyên siyasî û serekî hene ku pêwîste hemû ew pênc aliyane li ser rêçare yan nexşerêyekê ji bo çareserkirina kêşeya siyasî û diravî rêkbikevin. Di bingehê de kêşeya siyasî li Herêma Kurdistanê girêdayî ye bi nebûna hevsengiyê di warê dabeşkirina deshelatê de. Kêşeya bingehîn a duyem jî pêktê ji nedadweriya mezin a dabeşkirina samanên giştî li Herêma Kurdistanê, cemawer di pileya yekê de tê ku ji dest vê nedadweriyê dinale, ew nedadperweriye jî serkişandiye bo gendeliyeke bê endaze û ne zelaliyeke bê sinûr, kemîneyeke pir hindik li ser hesabê serwet û samana milet bi şêweyekî bê sinûr dewlemendbûn, ku bi rastî ev karesateke mezine. Pêwîste li ser aliyên siyasî yên deshelatdar bi zûrîn dem ew nehevsengiya ku di rêxistina deshelatê de heye çareserbikin, herwiha ew nedadperwerî û nezelaliya ku di samana giştî de heye were çareserkirin, herwiha bi kêmasî gereke guh bidin rêxistinên civaka sivîl herwiha şarezayan jî û normale ku pirs û rawêj bi şarezayên derve were kirin, wate pêwîste nexşe rêyek were danan ji bo çareserkirina vê qeyranê.
* mebesta we ew e ku ji nû ve jêrxana siyasî û hukumraniyê were rêxistin, wate encamdana çaksaziyê di dezgehên hukumet û kerta taybet de, gelo ev çaksaziye ta çiqasî di nexşe rêya proseya serbixweyiyê de giringe?
- bi rastî ev pirsyare pirseke giring li xwe digre, berê dihate gotin dewlet li ser sê stûna disekine , gel, deshelat û xak, lê niha ev nemaye û hokarên serekî yên din hatine pêş, yek ka çawa bingeheke abûrî wiha hebe di wê herêmê de ku ew gele bikare li ser lingên xwe bisekine, herwiha pilana hevçerx a serketî hebe ji bo geşepêdana berdewam, pirseke din a giring ew e ku li ser astê herêmî û nêvdewletî were qebûlkirin û ev ta radeyekê ji bo kurdan peydabûye. Kêmasiya mezin a kurdistanê di wê yekê deye ku sîstema wê ya siyasî ne serketî ye û em dikarin bêjin jêrxana me a abûrî her tune ye. Raste gav hatin avêtin daku bi sedema neftê kurdistan bikare ji aliyê abûrî ve li ser lingên xwe bisekine, lê kêşe li wir e ku em bi xwe kontrola neftê nakin, çûnkî niha nirxê neftê daketiye û niha bi sedema nirxê neftê ev rewşe peydabûye, bi xwe derxistina neftê tiştekî siruştî û baş e, lê nedibû tenê pişta xwe bi dahata neftê girêdin çûnkî nirxê neftê ne bi dest me ye, neft daket û em jî bi wî derdî çûn. Wate gerekbû hukumeta herêmê nexşerê û pilaneke wiha hebaya ku tenê pişta xwe bi dahata neftê ve girênde, belku karbikira ku bê neft bi kêmasî jiyara xelkê peydabike. Çûnkî ew welatên ku neftê dişînin, hejmara wan kême, rêxistina Opêk ji 12 welatan pêktê û heger 8 heta 9 welatên din hebin ku neftê bişînin, wiha welatên din yên mayî ne ku tenê neft û berhema neftê tuneye belku neft û berhemê neftê dikirin, tevî wê jî di nav wan dewletan de heye ku welatê herî dewlemende li cîhanê, wate di her welatekî de ew biware heye ku sermayeke baştir û zortir hebe, li salên berî 2003ê wate berî roxana rejîmê ne neft derxist hebû wek niha û ne tu para bodceyê ji Îraqêdihat û dîsa jî jiyana xelkê kurdistanê li gor perçên din yên Îraqê pir baştir bû û tu caran rewş negiheşte wî astî ku nikaribin mûçeyê bidin di demekê de ku pişt bi dahata gomrik û hundir dihat girêpdan.
* wate ev rewşe hewceyî bi proseya çaksaziyê heye, gelo ta çi radê ev proseye pêwîstî bi hebûna biryara wêrek û îradeye bihêz heye?
- bi rastî ev pêwîstî bi îradeyeke pir bihêz û cidî û rastgo û pilaneke pir baş heye, tê gotin ku siyaset hunera mumkine yan karê mumkine, di rewşa asayî de wihaye, çûnkî di di serdemên qeyranên giran de tu nikarî kar bi wê yekê bikî û bêjî siyaset karê mumkine, çûnkî pîverê serketin û neserketina serkirdeyê siyasî di van deman de ew ku karê mehal jî bike, wate di rewşeke bi vî şêweyî de rastiya serkirdeyê siyasî ew e ku karê nayê kirin jî bike ji bo rizgarkirina miletê xwe û daku bikare ew derfetên li ser astê nêvdewletî hatiye pêş ji dest neçe, berûvajî heger bêjin siyaset hunera mumkine û gelo çi tê kirin? Wiha dem jî biserve dere û derfet jî ji dest diçe. Heger berê gileyiya me ji mercên herêmî û nêvdewletî be, wiha vê carê temama berpirsyariyê dikeve stûyê me, mebesta min em wek serkirdatiya siyasî ye.
* aliyekî din ku giringe ji bo proseya çaksazî û rêxistina navmala kurd pêktê ji gotara ragihandinê, mixabin ew gotara ragihandinê ku heta niha me bîstî yan me dîtiye, tevî ku bêserûbere wiha kerib ûkîn kûrtir kirine, gelo çi were kirin daku ev gotare were yekkirin û bikeve dixizmeta yekrêziyê de? Gelo tunebûna gotara yekgirtî ji bo proseya binyatnana dewletê çi ziyanê digehîne paşeroja me?
- girjiya gotara ragihandinê, rengvedana qeyrana siyasî û abûrî ye û her dema ev qeyranane werin çareserkirin, wê gotara ragihandinê jî bi xwe hêwir bibe. Çima niha ev gotare hêwir nabe, çûnkî roj bi roj qeyran aloztir dibin, li sala 2014ê me got sala 2015ê wê baştir bibe, lê xerab tir bû, niha destpêka 2016ê ye hemo nîşan ji me re dibêjin ku ne wê baştir be ji sala borî belku wê xerabtir be, wate gotara ragihandinê asayî nabe û diltengiya xelkê jî wê ji sinûrê xwe derkeve û em nizanin wê ber bi ku ve biçe. Lewra erkê ragihandinê kêmasiyan wek xwe derx, lê berpirsyaretî dikeve stûyê serkirdên siyasî ku nikarîne qeyranan çareserbikin.
* di ev rewşa Rojhilata Navîn de cemserbendiyeke mezin di navbera dewletên mezin yên navçeyê de çêbûye, stratîjiyeta her yek ji ew dewletan jî şerê bi wekalete, heger em zelal cihê kurd di vê hevkêşê de bixwînin, wiha em hest dikin ku vê cemsergeriyê rengê xwe daye kurdan jî, gelo em çawa dikarin xwe ji karîgeriya vê cemsergeriyê rizgarbikin û gelo ew deme nehatiye ku em xudan ecindaya xwe a serbixwe bin?
- ez ê ji dawiya pirsyarê destpêbikim, esil ew e ku kurd bi xwe xudan ejindayê xwe baya, lê kurd wê demê dikare xudan ejindayê xwe be ku bikare ew qeyranên ku têne pêşê çareserbike, bi rastî berpirsyariya mezin a neteweyî li ser milê serkirdeyên Başûrê Kurdistanê ye, ji ber ku xudan mercên taybet û xudan hukumet û perlemanin. Gerekbû başûrê Kurdistanê bikarîba kêşeyên xwe yên navxweyî çareserbike daku li ser astê neteweyî jî rêberatiya neteweya kurdî bike û baştirîn mifa bidestxista, lê mixabin heta niha serkirdatiya siyasî a herêma Kurdistanê ji ber ku ji dest çend kêşeyan dinale bi taybetî kêşeyên siyasî û abûrî lewra ne li cihekî ne bikarin li ser astê neteweyî rolekî mezintir ji yê niha bibînin. Ji ber wê niha sê cemser hene ku yek Emerîka rêberatiyê dike û ewropaya rojava jî pêre ye, cemserek jî Seûdiye û Qeter û Turkiya ne û cemserê sêyê jî Rûsiya û Îran ne û her yek ji van cemseran ejindeyê xwe heye li navçeyê û kar li ser dikin, eger ne wisa be DAIŞ ne ew hêza mezine lê rastî ew e ku her yek ji van cemseran ejindayê xwe û dixwazin bi kêmasî beşdar bin di ew guhertinên ku tên çaverêkirin de li navçeya Rojhilata Navîn. Berjewendiya kurdan jî di wê yekê deye ku ejîndayê xwe yê serbixwe hebe wate ne di berjewendiya kurdan deye ku bibe beşek ji yak ji wan sê cemseran, çûnkî ew cemserên karîgerin li navçeyê û kurd pêwîstî bi hersêkane, wate pêwîste kurd bi şêweyekî muamelê bike ku ew cemserane hevkarbin yan bi kêmasî ne rêgirbin li hember xwestê kurdan.
* çawa kurd dikare vî karî bike?
- heger kurd bikare kêşeyên xwe çareserbike û karnameyeke baş hebe hum li ser astê Herêma kurdistanê û hum li ser astê neteweyî jî, mebesta min beşên din yên Kurdistanê ye, bitaybetî rojava û bakur ku niha zêdetir li ber şanoya boyerane û pêwîstiya wan bi başûrê Kurdistanê heye, çûnkî niha bê yekalîkirina kêşeya kurd ev aloziya mezin a rojhilata naverast çaresernabe. Bo nimûne, dema tu guh didî propakindên berbijarên serokatiya Emerîka, ew yeke eşkereye ka çawa alîkarîkirina kurdan û çawaniya muamelekirin li gel kurdan bûye xala serekî di ejinda û pirojeyên wan berbijaran de, wate pirsa çawaniya muamelekirina bi kurd re karîgerî heye li ser dengderê emerîkî, wate ew a ku niha ji bo kurdan hatiye pêş tu carî ji kurdan re çênebûye, lê pirsyar ew e ta çi radê kurd wê bikare navmala xwe rêkbixe û wê pilan hebe daku zortirîn mifa ji vê derfetê bibîne û xwe ji vepekînêd nîgetîf biparêze.
* nêrîna we derbarê paşeroja kurdî çiye û reşbînî û geşbîniya we li ser çi bingehêne?
- heger em li rewşê binêrin, raste pir xalên ne xwastî hene lê xalên baş û geş jî hene. Bi nêrîna min nabe em xalên reş giring wernegrin û gereke werin çareserkirin, çûnkî ev yasayeke xudayî ye û xwedayê mezin dibêje «ان اللە لا یغیر ما بقوم حتی یغیروا ما بانفسهم» mebest jî wate heta tu çareseriya wê rewşê nekî ku dibin deshelat û karîgeriya tedane, tu nikarî li ser lingên xwe bisekinî û li pêşiya zehmetiyan bisekinî yan mifayê ji derfetan bibînî. Nêrîna min jî ew e tevî ku çendîn qeyran û xalên nexwastî hene, ku ev jî heyfe, lê hên jî omêd heye ku bê çareserkirin, çûnkî tevî ku karesat û rûdanên nexwaş li beşên din yên Îraq û li Sûriya pir navçeyên din yên Rojhilata Navîn hene, herwiha herçiqas hevpeyman piştevaniyeke baş ji me re dikin bi taybet ji esman, lê hên jî tirsa DAIŞê li ser me berdewame, lewra omêda min mezine ku dilsozên nav aliyên siyasî wê bikarin bi kêmasî rêçareyeke navend ji bo çareserkirina kêşe û kirêzan ku bi kêmasî sazana niştimanî çêbibe, omêda min ew e û pêwîste ew ên berpirsyaretiya mezin di stûyê wan deye bizanin ku ew li hember testeke dîrokî û çarenivîssazin û ji bo wê yekê pêwîste biryara biwêrane û azane derxin û werin pêş û nerim bin û li ser xalên hindik yên hevbeş kombibin.
Wergeran ji K. X
K. Kalo