MISIR - Goreke Firewnan a 3 hezar û 500 salî hat dîtin

Misirê ragihand ku li bajarê Luksorê ya li başûrê welêt tirba dawî ya padîşahên Xanedana 18an a Firewnan (derdora 1550/1549-1292 berî zayînê) hatiye keşifkirin.
Di daxuyaniya nivîskî ya Wezareta Geşt û Guzarê û Bermahiyên Kevn de hat ragihandin ku şandeya hevbeş a Misir-Brîtanyayê ya ku ji Konseya Bilind a Bermahiyên Kevn û Saziya Lêkolînên Dewleta Nû pêk tê, tirba Fîrewn Thutmose II. Derxistiye holê ku ya 3 hezar û 500 sal berê ye.
Hat diyarkirin ku ev tirba dawî ya winda ya padîşahên Xanedana 18an (derdora 1550/1549-1292 berî zayînê) e li Misirê.
Her wiha hat gotin ku gor sala 2022yan li devereke li Çiyayê Tebeyê, nêzîkî 2,4 kîlometreyan li rojavayê Newala Padîşahan li rojavayê bajarê Luksorê hatiye dîtin.
Wezîrê Geşt û Guzarê û Bermahiyên Kevn Şerîf Fethî di daxuyaniyê de got, “Ev tirba yekem a padîşah e ku piştî keşfkirina tirba Tutankhamun a sala 1922yan hatiye dîtin."
Sekreterê Giştî yê Konseya Bilind a Bermahiyên Kevn Mihemed Xalid jî diyar kir ku li ser hinek perçeyên firaxên di tirbê de li gel navê Firewn Thutmose II., nivîsên ku navê jina wî Hatşepsut jî di wan de ne hatine dîtin û ev yek jî xwediyê tirbê piştrast dike.
Xalid ev keşif wekî "Yek ji keşfên arkeolojîk ên herî girîng ên salên dawî" bi nav kir.
Serokê Beşa Bermahiyên Kevn a Konseya Bilind a Bermahiyên Kevn û Serokê Şandeya Misrê Mihemed Ebdulbedî jî got:
“Ji ber ku piştî mirina padîşah bi demeke kurt lehî lê rabûye gor di rewşeke xerab de ye.”
Ebdulbedî diyar kir, lêkolînên destpêkê nîşan didin ku piştî di serdema Misira kevn de lehî lê rabûye naveroka bingehîn a tirbê ji cihê xwe hatiye veguhastin.
Rudaw