• Saturday, 22 February 2025
logo

Iraq… Li Bexdayê kesekî ji ber nakokiyeke malbatî bavê xwe şewitand

Gulan Media February 21, 2025 Civakî
Iraq… Li Bexdayê kesekî ji ber nakokiyeke malbatî bavê xwe şewitand

 Îro 20.02.2025, ciwanekî bi bikaranîna gazê-petrolê di nava mala xwe de li navçeya Hemîdye ya Bexdayê agir berda bavê xwe û şewitand.

Çavkaniyeke ewlekariyê li Bexdayê ragehand: “Li navçeya Hemîdye, ciwanekî agir berda bavê xwe û di encama wê bûyerê de bavê wî rastî şewateke dijwar hat û bi lez ji bo nexwaşxaneyê hatiye veguhestin û kurê wî jî li wir reviyaye.”

Herwaha amaje bi wê jî kir, “ Li gor agahiyên ku ketine destên me, ew bûyer di encama şer û nakokiyên di navbera wan de bûye, herwaha got, ew bav li wezareta navxwe wek fermanber kar dike.”

Hêjayî gotinê ye ku li bajarên Iraqê berdewam ji ber pirsgirêkên civakî û malbatî tawan di navbera endamên malbatande ava dibin û li gor amarên navenda stratejîk a Iraqê ya mafên mirov, di sala 2024 tenê tenê hejmara tawanên kuştinê gehitine1200 tawanan, lê di sala 2023 li tevahiya bajarên Iraqê ji bilî Herêma Kurdistanê gehiştine 1,540 tawanên kuştinê.

 

Rudaw

Top