Bira bira kuşt

Li navçeya Hîzanê ya Bedlîsa Bakurê Kurdistanê birayekî kekê xwe bi çekê kuşt.
Li gorî agahiyan, Salih Yilmaz û kekê wî Mecît Yilmaz ketine qirika hev.
Salih pişt re çûye dikana Mecît û bi çekê gule berdeyê.
Mecîtê 50 salî yê ku birîna wî xedar bû li Nexweşxaneya Dewletê ya Hîzanê mir.
Hat ragihandin, Salihê 42 salî yê ku kekê xwe kuştiye ji aliyê polîsan ve hatiye desteserkirin.
Her wiha hat zanîn ku doh jî li gundê wan di navbera Salih û Mecît de nîqaş derketibû û paşê veguherîbû pevçûnê.
Rudaw