Qonaxa duyemîn a pêla berf û baranê îro dest pê dike

Qonaxa duyem a pêla berf û baranê dest pê dike ku çend roj in Herêma Kurdistanê girtiye û berf li deverên çiyayî û navenda bajaran dibare.
Pisporê keşnasîyê Mihemed Kemal ji malpera K24 re ragihand, îro Şemî, 22 Sibatê qonaxa duyem a pêla berf û baranê dest pê dike ku çend roj in Herêma Kurdistanê girtiye û heta roja Duşemê ya vê heftê, dê berdewam be.
Mihemed Kemal herwiha got: “Di qonaxa duyem de, tê pêşbînîkirin, pêleke hewayî ya cemserî bigihe deverên Herêma Kurdistanê û pileya germê 13 pileyan dakevin û keşeyeke zivistanî ya pir sar sercem bajarên Herêmê bigire."
Wî pisporê keşnasiyê behsa wê yekê jî kir, ligel daketina pileyên germê û hebûna ewran, tê pêşbînîkirin berf li van deran bibare: Tevahiya deverên çiyayî û navenda bajarên Silêmanî, Hewlêr, Helebce, Dihok, Soran, beşek ji îdareya Raperîn, bilindahîyên Germiyan, deşta Kerkûk û Pênciwînê.
Herwiha got: “Pileyên germê bi awayekî dadikeve ku rojên 22 heta 25ê vê mehê, pileya herî bilind a germê li bajaran tenê 0 heta 2 pile li jêr sifirê û pileya herî nizim jî 18 pile li jêr sifirê li gorî pîvera selsiyos dibe.”
Mihemed Kemal daxwaz ji xelkê Herêma Kurdistanê kir, serdana deverên bilind û çiyayî nekin û hatûçûnê bi giştî rabigirin. Herwiha pêşniyar kir, bi sedema serma tund û daketina pileyên germê, rojên 23 û 24ê mehê betlane fermî bê ragihandin.
Wî pisporê keşnasiyê di beşeke din a axaftina xwe de amaje bi wê yekê jî kir, ev pêla berfê şeva Duşemê24ê vê mehê bi dawî tê, lê serma berdewam dibe.
K24