• Sunday, 23 February 2025
logo

Ekrem Îmamoglu de bibe namzedê Serokkomariyê

Gulan Media February 22, 2025 Nûçe
Ekrem Îmamoglu  de bibe namzedê Serokkomariyê

 Ekrem Îmamoglu ji bo ku di hilbijartinên navxweyî yên di nav partiya xwe de bibe namzedê Serokkomariyê serlêdan kir.

Serokê Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê Ekrem Îmamoglu ji bo ku di hilbijartinên nav partiya xwe de bibe namzedê Serokkomariya Tirkiyeyê bi daxwaznameyekê serldan kir.

Serlêdan ji aliyê parêzerê Îmamoglu Mehmet Pehlîvan ve hat kirin.

Pehlîvan belgenameyên serlêdanê yên Îmamoglu pêşkêşî Alîkara Serokê CHPyê û Berpirsa Karûbarên Hiqûqê û Hilbijartinê ya CHPyê Gul Çîftçî kir.

Di Koma Parlamentoyê ya CHPyê de ji bo namzediya Îmamoglu xebatên komkirna îmzeyan berdewam in.

Li gorî zanyariyan heta niha zêdeyî 100 parlamenteran ji bo Ekrem Îmamoglu îmze dane.

Peyama Îmamoglu

Ekrem Îmamoglu derbarê serlêdana xwe ya ji bo namzediya Serokkomariyê de li ser hesabê xwe yê medyaya civakî peyameke nivîskî û vîdoeyek belav kir.

Îmamoglu di peyama xwe de got, "Em dê bi hev re xwedî li armanca Tirkiyeya bihêz, yekitî û zindînûna welatê xwe derkevin.

Em dê gelek kar bikin û gelek qezenc bikin û bi dadmendî parve bikin.

Bi beşdariya bihêz a miletê me û duayên wan rêya me vekirî be."

Partoya Gel a Komarî (CHP) ku ki Tirkiyeyê duyem partiya herî mezin e, biryar daye ku namzedê  xwe yê Serokkomariyê 23yê Adarê bi hilbijartineke navxweyî ya di nav partiyê de diyar bike.

Îro saet 17:00an  serlêdana ji bo namzediyê bi dawî hat.

Ji bilî Ekrem Îmamoglu Parlamenterê berê yê CHPyê Dursun Çîçek jî ragihandibû ku ew dê ji bo namzediyê serlêdanê bike.

Niha 133 parlamenterên CHPyê hene û eger Çîçek jî bikare herî kêm 20 îmzeyên wan kom bike dê bikare bibe namzed û rikaberê Îmamoglu.

Çîçek roja pêncşemê di daxunaiyeke xwe de gotibû, "Hilbijartineke navxwe ya bi yek namzed ne etîk û demokratîk e."

Mansûr Yavaş

Serokê Şaredariya Bajarê Mezin a Enqerê Mansur Yavaş ku xwedî paşxaneke netewperestiyê ye di nav CHPyê de duyem hevrikê Ekrem Îmamoglu bû û di rapirsiyan de rêjeyeke zêde ya dengan jî bi dest dixist.

Lê çend roj berê ragihand ku ew beşdarî hilbijartina navxweyî nabe û daxwaz kiribû ku partiya wî ji bo destnîşankirina namzedê Serokkomariyê rêbazên alternatîv li ber çv bigire.

Yavaş her wiha gotibû ku hilbijartina navxwe an jî pêşhilbijartin dê di nav partiya wî de bibe sedema nakokî û cûdabûnan.

 

Rudaw

Top