Hevpeymaniya Navdewletî 36 barhilgirên arlîkariyên serbazî gehandin Rojavayê Kurdistanê

Rewangeha Sûriyê ya Mafên Mirovan ragehand, “Hêzên Hevpeymaniya Navdewletî 36 barhilgirên arlîkariyên serbazî û lojistî gehandin hêzên Rojavayê Kurdistanê.”
Rewangeha Sûriyê ya Mafên Mirovan îro 21.02.2025 ragehand: “Hêzên Hevpeymanan ji bo bihêzkirina bingeh û pêgehên xwe li Rojavayê Kurdistanê, li deriyê sinorî yê Elwelîdê alîkariyên xwe yên serbazî gehandin bingehên xwe yên serbazî li Rojavayê Kurdistanê.”
Li gor zanyarên Rewangeha Sûriyê ya Mafên Mirovan, ew alîkariyên serbazî ji zirîpoş û tankerên sotemeniyên çek û teqemenî û sindoqên bendkirinê pêk hatibûn, tevaya wan alîkariyan jî gehandine bingeha Qesrekê li devera Wezîrê ya Rojavayê Kurdistanê.
Basnews