Prensesa Kurdistanê Leyla Bedirxan li Stockholmê (1925)

Îro, berî 100 salan (17-2-1925) hunermenda dansê û baleyê Leyla Bedirxan li paytextê Swêdê Stockholmê şeveke dansê ya mezin li Akademiya Muzîkê pêşkêş kiriye. Heman demê di Şanoya Gelerî (Folkteatern, Folkan) jî hin revû pêk anîne. Di derbarê vê seredana Leyla Bedirxanê ya li Swêdê berî çend salan nivîseke min li Tirkiyê hatibû weşandin.[1] Heman nivîs bi kurdî jî beşeke pirtûkeke min pêk anîbû.[2] Bi çend not, agahî û wêneyên nû ev nivîsa kurdî hate dewlemendkirin. Min xwest bi sedema 100 saliya seredana Leyla Bedirxan li Stockholmê bi bîr bînim û bi xwendevanan parve bikim.
Carina hin swêdî jî Leyla Bedirxanê bi bîr tînin. Wek mînak di sala 2024an de bi navê Exótica di Mala Dansê de (Dansens hus-Elverket) çalakiyek pêk hat. Mijara çalakiyê ew “stêrkên dansê yên jibîrbûyî” ku di sedsala 20an de ji welatên xwe bi dûr ketine û hatine li bajarên mezin ên Ewrûpayê mane. Anna Ängström dema vê çalakiyê dide nasîn navê çend van hunermendên biyanî dide, navê Prensesa kurd Leyla Bedirxanê jî li vir derbas dibe. Ew dibêje ku Leyla Bedirxanê hin çandên cihê di mûzîk û dansên xwe de berhev kirine.[3] Ev çalakiyên wiha yên bîranînê berî çend salan li welatê Leyla Bedirxanê Awistûryayê jî pêk hatine. Hunermendên wek Nyota Inyokas (hîndî), Armen Ohanian (ermen) û Leyla Bedirxan (kurd) ku li Ewrûpayê dans kirine bûye mijara van lêkolînên dîroka dansê. Leyla Bedirxan bi dansên xwe li Ewrûpayê wek nîşaneke modernbûnê jî hatiye nirxandin û nasandin.
Heta berî deh salan çavkaniyên ku di derbarê hunermend û dansevana kurd Leyla Bedirxan (1908-1986) hatine nivîsîn cîh nedana gera wê ya Stockholmê.[4] Dema em li weşanên perîyodîk yên swêdî mêze dikin, em dibînin ku Leyla Bedirxan berî 100 salan di roja 17-2-1925an li Stockholmê şeveke dansê pêşkêş kiriye.[5] Ev şeva yek ji wan şevên dansê yên here pêşîn dikare bê hesibîn ku ji aliyê Leyla Bedirxan de hatiye pêşkêşkirin. Piştî Awisturya û Romanyayê ew hatiye Swêdê. Leyla Bedirxan di nav wan 6 kurdan de cîh digre ku di nîvê pêşîn yê sedsala 20an de hatine Swêdê. Li gorî sala hatina xwe Leyla di nav van şeş kesan de kesa çaremîn e: Mîrze Seid (1893), Şerîf Paşa (1898), Mehmed Emîn Zekî (1915), Leyla Bedirxan (1925), Silêman Knutas (1929) û Selahedîn Rastgeldî (1947). Ne tenê çapemeniya swêdî, bicîhgirtina mijara Leyla Bedirxanê di çapemeniya tirkî de jî bala min kişand.[6] Ev yeka jî bû mijara nivîseke min ya din. Bi van lêkolînên xwe min xwest hin valahiyên bîyografîya Leyla Bedirxanê tijî bikim.
Helmer Enwall gava pêşîn davêje
Serekê Şîrketa Konseran (Konsertbolaget) bi navê Helmer Enwall (1889-1974) biryarê xwe girtiye wekî vê hunermenda biyanî Leyla Bedirxanê cezbî Stockholmê bike. Rojname dinivîse ku Leylayê heyraniya temaşevanên bajarê Vîyanayê bi dest xistiye û bi taybetî bi dansa welatê xwe ya bi navê şopî sansasyon çêkiriye.[7] Di rojnameyeke swêdî ya din de em fêr dibin ku Leyla Bedirxan berî hatina Swêdê di sala 1924an de cara pêşîn li Vîyanayê derketiye pêşberî temaşevanan.[8] Qasî du heftan berî hatina Leylayê li gorî rojnameya Dagens Nyheter, Akademîya Muzîkê hatina Leylayê xistiye rojeva xwe.
undefined
Prensesa Kurdistanê (Aftobladet) 20-12-1926
Danasîna Leylayê
Piraniya nûçeyên swêdî ku di rojnaman de cîh girtine, ya berî yan jî paşî şeva dansê ya Leylayê ya sala 1925an in. Rojnameyanên swêdî di derbarê gerên Leyla Bedirxanê yên li welatên din de jî agahiyên kêrdar pêşkêş kirine. Yek ji rojnameyên mezin Svenska Dagbladet nivîseke dirêj di sala 1924an de berî hatina wê diweşîne, nivîs bi van gotinan dest pê dike: ”Leyla Bedirxan kî ye?”. Li vir qala malbata bedirxaniyan, Mîr Bedirxan tê kirin.[9] Rojnameyên swêdî dema Leyla Bedirxan li Swêdê maye di derbarê wê de dîtinên xwe jî pêşkêş kirine û ligel wê çend hevpeyvîn amade kirine. Hin rojnamevanan ew şibandiye cihû[10], macaran[11] û hin kesên din jî ew şibandine hîndo-ewrûpiyên rastîn.[12] Leyla wek keçeke bedew û ewrûpî dane nasandin. Wê qasî 6 ziman zanibûye. Di nav van de zimanên erebî û yunanî jî hebûye. Di van hevpeyvînan de Leyla Bedirxanê gelek caran qala malbata xwe, bavê xwe Ebdurrezak Bedirxan kiriye û rewşa kurdan daye nasîn. Rojnameyan bavê Leyla Bedirxanê wek hukimdar (kejsare) bi nav kirine û ji ber vê yekê Leyla Bedirxan jî wek ”Prensesa Kurdistanê” (Prinsessan av Kurdistan) nasandine. Li gorî Leyla Bedirxanê bavê wê demekê bûye hukimdarê bajarê Wanê. Rojnameya Stockholms-Tidningen diyar dike ku li welatekî wiha ku wek Kurdistana perçekî Iranê, Dewleta Osmanî û Mezopotamyayê pê tîne, her hukimdarek ji qeza û telûkan xelas nabe. Di cîhekî de wek mînak ew dibêje ku bavê wê gelek hewl daye ligel rûsan yekitiyekê pêk bîne bona kurd rizgar û azad bibin. Lê belê ew bi serneketiye û hatiye kuştin.[13] Rojnameyên ku qala şeva dansê (dansafton) ya Leyla Bedirxanê dikin bala xwendevanan dikşînin ser wê mijarê wekî keçmîreke kurd çawa bûye hunermendeke dansê û ecêbmayî mane. Ji ber vê yekê peyvên prenses û dansevan gelek caran bi hevra hatine bi kar anîn.[14] Rojnameyek vê yekê wiha tîne zimîn: “Dewran wiha ne” (Sådana äro tiderna), êdî dem hatine guhartin!
Di çapemeniya swêdî de bi dehan wêneyên Leilayê derketine. Wek mînak di kovara swêdî ya bi navê Scenen ya şano, muzîk û fîlman de jî çend wêneyên Leilayê hatine weşandin, bi ningekî yan jî bi çokekê xuya dike.
Agir-alafa dansên Leylayê dighêje Stockholmê
Tiştekî balkêş jî rojnameyên swêdî ne tenê di derbarê sala 1925an de ku Leyla hatiye Swêdê qala wê kirine, herdu rojnameyên Swêdê yên mezin berî hatina wê jî nûçe belav kirine. Wek mînak rojnama swêdî Svenska Dagbladet dinivîse ku mirov dikara şopên pêşîn ên “agir-alafeke Leylayê” (en Leila-feber) ku li Ewrûpayê belav dibe, bibîne. Rojname di dawiya nivîsê de wiha dibêje ”…mirov nikare hesab neke ku prensesa xweşik herweha seredana dîyarên me yên Bakurî bike”.[15] Ev xwezî û daxwaziya sala 1924an di sala 1925an de rast derketiye û Leyla Bedirxan payîza vê salê hatiye Swêdê. Svenska Dagbladet dinivîse ku Leyla keseke yekane ye ku li cîhana dansê wek şahbanûyekê cîhê xwe wergirtiye.[16]
Hin rojnameyan di sernivîsên xwe de gotina “exotisk” bi kar anîne. Rojnameya Dagens Nyheter, Leyla şibandiye artîsta hîndî Nyota Inyoka ku salek berê seredana Swêdê kiriye.[17] Berî şeva Leylayê rojnameyan dest pê kirine di derbarê wê de agahî belav kirine. Wek mînak rojnameya Aftonbladet dinivîse ku “Ev xanima cîwan di roja sêşemê wê stockholmiyan bi dansa xwe ya şahane bîne Akademiya Muzîkê li ber pîyên xwe”. Paşê rojname berdewam dike:“Cimaeta mêran ya Stockholmê bû xweyê mijareke nû ku pîroz bike”. [18] Paşnava Leylayê, peyva Bedirxan di rojnameyan de hin caran bi tehrên cihêreng hatiye nivîsîn wek: Bedrkhan, Beder-Schan, Bederkahn, Bederkhani...[19]
Leyla li Stockholmê
Em dibînin ku Leyla Bedirxan di şeva 17-2-1925 derketiye pêşberî stockholmiyan. Şev di salona Akademiya Muzîkê ya Qiraliyetê (Kongl. Musikaliska Akademien) de çêbûye û gelek stockholmî çûne dîtina Leyla Bedirxanê. Ev avahiya dîrokî de ku şeva Leyla Bedirxanê lê çêbûye di navenda Stockholmê de cîh girtiye. Akademiya Muzîkê li adrêsa “Nybrokajen 11” dimîne û berê xwe daye kolana navdar Strandvägen û Şanoya Qiraliyetê Dramaten. Avahiya Akademiya Muzîkê di sala 1878an çebûye. Yek ji wan salonên konserê yên here mezin di avahiyê de heye. Cara yekem Xelata Nobelê di sala 1901an de di vê salonê de hatiye pêşkêşkirin Di salonê de ji bo 474 kesan cîhê rûniştinê heye. Li gorî agahiyên rojnameyan salon dema şeva dansê ya Leyla Bedirxanê bi temamî tijî bûye. Bi lêxistina pîyanoyê hunermend Marcel Lorber bi Leyla Bedirxanê re hevaltî kiriye. Çawa em dibînin peyvên muzîk, dans û şano di vê gera Leyla Bedirxanê de gelek hatine bi kar anîn ku sê stûnên çanda cîhanê pêk tînin. Rojnameya swêdî Dagens Nyheter nivîsiye wekî Leylayê dansên kurdî, îranî, tirkî, misirî, îspanyolî û qefqas pêşkêş kiriye.[20]
Di roja 12-2-2015an de ji bo seredanê çûme Akademiya Muzîkê ya Qiraliyetê. Li pêşiya salona ku Leylayê tê de şeveke dansê pêşkêş kiriye, ez rastî peykerê keçeke cîwan hatim. Bi mermerê spî hatibû çêkirin, keçeke wek Leylayê xuya dikir. Tavilê Leyla Bedirxan hate ber çavên min!
undefined
Du reklam û bangewaziyên konsera Leyla Bedirxanê (17-2-1925)
Dîtinên temaşevan û rexnegiran
Carina dîtinên temaşevanan û rexnegiran ji hev cuda bûne. Temaşevanên stockholmî ev xanima kurd bi germî bi çepikên gumreh hembêz kirine û kêfxweşiya xwe diyar kirine. Hin caran dawiya çepikan nehatiye bona ku hunermend careke din heman nimareyê dubare bike (da capo) û kêfa temaşevanan bîne. Pirrengiya kincên Leylayê ji aliyê temaşevanan de gelekî hatine ecibandin.[21]Li gorî agahiyên rojnameyan bi sedan kes çûne şeva wê û salon bi stockholmiyan tijî bûye. Kulîlkên ku Leyla Bedirxanê di dawiya şeva dansê de wergirtine li gorî rojnameya Stockholm Dagblad bi kincên wê yên bedew xweş li hev hatine. Divê em li vir diyar bikin ku şeva li Stockholmê yek ji wan tecrubeyên Leyla Bedirxanê yên pêşîn dikare bê hesibîn.
Leyla Bedirxan di vê salê de (1925) her çiqas hê di destpêka pêlekana (derence) karîyerê xwe de be jî gelek hewl daye wekî di dilê stockholmiyan de cîh bigre. Stêrka wê wek tê zanîn bi taybetî piştî sala 1930yî zêdetir geştir bûye û wek hunermend navê xwe di van salan de li hemû cîhanê daye nasandin. Dema mirov nûçeyên berî şevê û piştî şevê dide hemberî hev mirov dibîne ku rexnegirên dansê çend ramanên ji hev cihê pêşkêş kirine. Şeva dansê ya Leyla Bedirxanê ji du beşan pêk hatiye. Rexnegiran bêtir beşa duwem ecibandine, bi taybetî jî dansên bi navê Dansa Kurdî û Bîbî. Rojnameyan qala dubarekirina fîguran û kêmbûna temperamentê (jîndarî û dilgeşî) kirine, wek mînak rojnamaya Svenska Dagbladet dinivîse ku Leyla ji cinan bêtir wek perîyekê dans kiriye, tevgerên wê yên esrarengîz tune bûne, livînên (tevger) wê zêde sade bûne.[22] Rojnameya Dagens Nyheter çend dîtinên din pêşkêş dike. Rojname di livînên wê de qala kêmbûna hunera bedewiya xwelivînê û zerafetê dike. Di cîhekî de jî tê gotin ku temaşevanan hin caran gelek çepik lêxistine û ew vê yekê wek delîlê hebûna dîtinên cihê dinirxîne: ”Ji Kurdistana ku heta niha iyênmirov bawerî pê aniye zêdetir têra xwe “Kurdistan” li Stockholmê hene”. Çawa xuya dibe hêviyên rexnegirên dansê gelek bilind bûne.[23]
Leyla li Şanoya Gel
Piştî wê şeva dansê li Akademîya Mûzîkê em dibînin ku Leyla Bedirxan qasî du hefteyan dîsa li Stockholmê maye, li taxa Östermalmê di Şanoya Gelerî (Folkteatern, Folkan) bi mêvanî revû pêşkêş kirine.[24] Bi vî tehrî Leylayê firsendeke baş bi dest xistiye wekî swêdiyan û paytextê wan Stockholmê hinekî nas bike. Leyla Bedirxanê berî 100 salan li Stockholmê di Şanoya Gelerî hin revû pêşkêş kiriye (1925). Paşê 66 sal derbas dibin vê carê (1991) li der û hundirê heman cîhî de galayeke hunermenên swêdî û kurd çêdibe. Ev galaya bi navê Galaya artîstan bo Kurdistanê (Artistgala för Kurdistan) ji bo wan kurdên ku ji ber zilma Saddam revîn, di orta zivistanê de derketine serê çiyan, hate çêkirin. Dilê Stockholmê wê rojê ji bo kurdan lêdixist, herderê Stockholmê bi afîşên vê galayê ve hatibûn xemilandin.[25] Ev gala li meydana taxa Östermalmê dimîne ku li navenda Stockholmê dimîne. Li hemberî Şanoya Gelerî avahiya qirmetî û xweşik ya Saluhallê (Sûka Sergirtî) xuya dike ku di sala 1888an de hatiye çêkirin, xemleke mezin dide meydanê. Şerîf Paşayê kurd jî qasî 10 salan li vê taxê jîyaye (1898-1908).
undefined
“Navê vê bedewa rohilatê Leila Bedr Khan e”
(Scenen, cild 13, 1927, rûp.436)
Piştî seredana Swedê
Tiştekî balkêş jî rojnameyên swêdî ne tenê di derbarê sala 1925an ku Leyla hatiye Swêdê qala wê kirine. Em dibînin ku piştî hatina xwe ya Stockholmê jî Leyla Bedirxanê navê xwe li Swêdê daye bîhistin, wek mînak em ji rojnameyeke sala 1926an fêr dibin ku Leyla Bedirxan li Parisê di şevekê de beşdar dibe. Heman rojname dinivîse ku bedewî û kabîlîyeta wê, ew di nav stêrkan de bi cîh kir.[26] Di kovareke swêdî de Leyla Bedirxanê yek ji wan cazîbeyên mezin hatiye dîtin.[27]
Encam
Çawa em dibînin navê Leyla Bedirxanê di nivîsîna dîroka tevgera jinên kurd de her çûye giringtir bûye. Ji bo şkandina tabûyan (mijarên ku kes nikare/ newêre ji ber tirsê behsa wan bike) û ji bo azadiya jinan bûye mînakeke d îrokî. Ji aliyê din de Leyla Bedirxan yek ji wan jinên kurd e ku di sedsala 20an de cara pêşîn hatiye Ewrûpayê, Swêdê. Ev seredana di dîroka têkiliyên kurd-swêdiyan de rûpelekî biriqî pêk tîne. Bi vî tehrî kurdên ku cara pêşîn hatine Swêdê, berê xwe dane vî welatê bakûr jineke wek Leyla Bedirxanê jî xistine nav ref û dîroka xwe. Leyla Bedirxan bi vê gera xwe dîroka Kurdên Swêdê jî xemilandiye. Bi kincên xwe yên sivik û kurt bûye nîşana modernbûnê û azadiyê. Belê, çawa em dibînin Prensesa Kurdistanê Leyla Bedirxan di sala 1925an de stockholmî anîne ber pîyên xwe yên bi huner. Li gorî rojnameya Stockholms Dagblad di derbarê Leyla Bedirxan de li Swêdê gelek hatiye peyivîn û nivîsîn.[28]
[1] Rohat Alakom, Leyla Bedirhan Stockholm’de, Toplumsal Tarih, nr 9-2015.
[2] Rohat Alakom, Jinên kurd di çavkaniyên swêdî de, Apec, 2016 (Binêre beşa Prensesa Kurdistanê Leyla Bedirxan li Stockholmê-1925, rûp. 61-69).
[3] Anna Ängström, Ceremoni väcker upp glömda dansstjärnor, Svenska Dagbladet, 8-9-2024.
[4] Leylâ Saifeye, Leyla-Bir Kürt Prensesinin Öyküsü, Avesta, 2004. Leylâ Safiye, Searching for Leila the Kurdish Princess of Dance, Avesta, 2012. Nivîskar Leylâ Safîye çawa li vir jî xuya dibe piştî pirtûka xwe ya bi navê Leyla-Serpêhatiya Prenseseke Kurd (bi tirkî) vê carê bi çapeke firehkirî ev xebata xwe bi zimanê îngîlîzî weşand. Di sala 2021an de wê çapa tirkî jî fireh kir: Dansın Kürt Prensesi: Leila Bederkhan (Avesta). Di herdu xebatên pêşîn de ew qala gera Leyla Bedirxanê ya Stockholmê nake. Wisa xuya dibe ku nivîskar ji wê demê vê gera Leyla Bedirxanê agahdar nebûye.
[5] Leila, Stockholms-Tidningen, 17-2-1925.
[6] Rohat Alakom, Leyla Bedirhan 1930'lu yıllar Türk basınında, Gazete Duvar (2-4-2024).
[7] Exotisk höghet i antågande?, Dagens Nyheter, 8-2-1925.
[8] Emirens dotter danserska, Aftonbladet, 24-2-1924.
[9] Prinsessan som blir dansös, Svenska Dagbladet, 29-7-1924.
[10] Den kurdiska danserskan här, Dagens Nyheter, 17-2-1925.
[11] Kvällens danserska, Stockholms-Tidningen, 17-2-1925.
[12] Den kurdiska danserskan här, Dagens Nyheter, 17-2-1925.
[13] Kvällens danserska, Stockholms-Tidningen, 17-2-1925.
[14] Prinsessan av Kurdistan och dansös, Svenska Dagbladet, 17-2-1925.
[15] Prinsessan som blir dansös, Svenska Dagbladet, 29-7-1924.
[16] Exotisk dansös till Stockholm, Svenska Dagbladet, 8-2-1925.
[17] Exotisk höghet i antågande? Dagens Nyheter, 8-2-1925.
[18] Den dansande prinsessan, Aftonbladet, 15-2-1925.
[19] Leila Bedr-Schan dansade, Dagens Nyheter, 18-2-1925. Leila Bedr-Schan’s dansafton, Aftonbladet, 18-2-1925.
[20] Den kurdiska danserskan här, Dagens Nyheter, 17-2-1925.
[21] Den dansande prinsessan, Aftonbladet, 15-2-1925.
[22] Leila Bedr-Schan dansade, Dagens Nyheter, 18-2-1925.
[23] Teater och musik, Dagens Nyheter, 18-2-1925.
[24] Kurdistan-Prinsessan till folkteatern, Stockholms-Tidningen, 25-2-1925.
[25] Rohat Alakom, Kurdên Swêdê, Apec, 2007, rûp.179-180.
[26] Prinsessan av Kurdistan, Aftonbladet, 20-2-1926.
[27] Kurdisk prinsessa som danserska i Paris, Hvar 8 Dag, nr 14/1927.
[28] Prinsessan Leilas dansafton, Stockholms Dagblad, 18-2-1925.
Rudaw