Tabloyeke nû ya Van Gogh tê dîtin
Tora CNNê ya nûçeyan duhî (Pêncşem, 30.01.2025) li ser malpera xwe ya fermî parve kir ku, tabloyeke nû ya nîgarkêşê Holandayî Vincent van Gogh (1853-1890) dîtiye. Ew tablo di serêkzêdekirineke eşkere de li wîlayeta Mînîsotayê ya Amerîkayê hat firotin.
Hejmareke lêkoleran ji aliyê kompaniya lêkolînên hunerî ya LMIyê ve ji bo lêkolînên li ser wê tabloyê hatibû raspartin, piştî şirovekirina kaxeza wê tabloyê, rengên boyaxê û taybetmendiyên wê yên din û piştî çar salan tekîd kir ku, ew tablo ji aliyê Van Gogh ve hatiye çêkirin.
Wan şarezayan di lêkolîna xwe de herwesa eşkere jî kir ku, mimkin e ew tablo li sala 1889ê hatibe çêkirin ku, Van Gogh di wê demê de li nexweşxaneyeke derûnî ya başûrê Fransayê bû.
Qebareya wê tabloyê di navbera 45.7 û 41.9 santîmetran de ye, û li ser kujiyê xwarê yê aliyê rastê jî hatiye nivîsîn “Êlîmar”.
Di wê tabloyê de masîgirek derdikeve ku rihên wî spî ne û qelûnê dikêşe, di wê demê de ku mijûlî berhevkirina tora xwe ye. Mimkin e Van Gogh tabloya xwe li bin bandora nîgarkêşê Danîmarkî Michael Ancher (1849-1927) çê kiribe, ku bi kêşana wêneyên masîgiran navdar bû.
Lêkoleran daveka mû jî li ser kaxeza wê tabloyê dîtiye. Tevî ku piştî pişkinîna DNA diyar bû ku, ew dava mû ya mêrekî ye nehatiye selimandin ku ew dava mû ya Van Gogh an kesekî nêzî wî be, tiştê diselimîne ku ew tablo ya Van Gogh be, awayê wê ye.
Van Gogh di jiyana xwe de nêzî 900 tabloyan kêşane, mimkin e ew tûşî nexweşiya derûnî ya têkçûna kesatiya ducemserî bûbe, lê heta niha jî nexweşiya Van Gogh bi temamî nehatiye destnîşankirin.
Lêkolerên Navenda Pizişkî ya Zanîngeha Gironînginê li Holandayê li sala 2020ê ragehand, “Mimkin e Van Gofh ji ber hêlana kiholê tûşî nexweşiya derûnî bûbe.” Ev jî piştî wê yekê tê ku wî li sala 1888ê guhê xwe birîbû, heta niha jî sedema serekî nayê zanîn ka çima wî guhê xwe birîbû.
Van Gogh li sala 1890ê di jiyê 37 saliyê de bi demanceyê dawî li jiyana xwe anî.
K24