• Monday, 27 January 2025
logo

Konferansa Yekem a Hejar Mukriyanî dê were lidarxistin

Gulan Media January 25, 2025 Hunerî
Konferansa Yekem a Hejar Mukriyanî dê were lidarxistin

 Li Hewlêrê dê bi beşdariya nivîskar û edîbên her çar parçeyên Kurdistanê "Konferansa Yekem a Hejar Mukriyanî were lidarxistin."

Amadekarên konferansê ragihandin ku konferans dê bibe salane û naveroka wê dê li ser ziman, edebiyat û çanda Kurdî be.

Beşa Çand û Ragihandinê ya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) di daxuyaniyekê de ragihand:

 "Her sal, ji bo rêzgirtina li rol, xebat û berhemên zana, nivîskar, helbestvan û wergerê navdar ê Kurd Hejar Mukrîyanî dê 'Konferansa Hejar Mukrîyanî' bê lidarxistin."

Konferans dê li Hewlêrê û di salvegera koça dawî ya Hejar Mukrîyanî de ku hevdem e bi Roja Cîhanî ya Zimanê Dayîkê, roja 22yê Sibata 2025an bê lidarxistin.

Yek ji amadekarên konferansê ji Tora Medyayî ya Rûdawê re got:

"Konferansa Hejar dê di asta her çar parçeyên Kurdistanê û welatên derve de be û tê de sê panel dê bên pêşkêşkirin ku ew jî ev in: 'Hejar û Ziman', 'Ziman û Ferheng' û 'Ziman û Hişê Çêkirî'."

Di Konferansa Yekem a Hejar Mukrîyanî de li ser navê Hejar Mukriyanî xelatek bê dayîn.

“Li ser navê Hejar Mukriyanî dê xelat bê dayîn”

Beşa Çand û Ragihandinê ya PDKyê di daxuyaniya xwe de ragihand:

"Konferansa Yekem a Hejar Mukrîyanî dê taybet be ji zimanê Kurdî re û dê hewl bide ku pirsa ziman bike pirsa hemû Kurdan û bi rêya çend panelên cuda dê vê pirsa hestiyar û girîng bixe nav nîqaşê."

Li gorî daxuyaniyê, di konferansê de dê gelek mijarên çandî, wêjeyî û hunerî werin gotûbêjkirin.

Xelata Hejar Mukrîanî dê ji aliyê komîteyeke pispor ve bê dayîn kesayetê\a Kurd a ku xizmeta zimanê Kurdî kiriye dê were xelatkirin.

Hejar Mukrîanî li Mehabadê ji dayîk bûye. Ev nivîskarê navdar ê Kurd roja 21ê Sibata 1991ê koça dawî kir.

Jiyana Hejar tijî zehmetî û astengî bû û gelek zehmetî dîtin lê digel wê jî xizmeteke mezin da zimanê Kurdî û wêjeya wê.

Hejar Mukriyanî di 7 saliya xwe de li mizgeftên Mehabad û Seqizê dest bi xwendinê kir.

Li wir fêrî zimanên Erebî û Farisî bû û piştre çend zimanên din jî hîn bû.

Hejar Mukriyanî beşdarî damezirandina Komara Kurdistanê bû û di serdema Komarê de roleke girîng di warê rewşenbîrî û rojnamegeriyê de lîst.

Yek ji taybetmendiyên girîng ên Hejar ew bû ku dikarî zimanekî hêsan û zelal di nivîsên xwe de bi kar bîne.

Dîwana "Alekok" ku yekem berhema wî ya helbestê ye, wêneyeke rast a jiyan û têkoşîna gelê Kurd e.

Her wiha di bîranînên xwe yên bi navê "Çêştî Micêwir" de behsa jiyana xwe û bûyerên girîng ên serdema xwe kiriye û ev berhem wekî belgeyeke girîng a dîrokî tê naskirin.

 

Rudaw

Top