Li Diyarbekirê 38. Pêşbaziya Rojnamegerên Serkeftî hat lidarxistin
Li Diyarbekirê ji aliyê Cemiyeta Rojnamegeran a Rojhilatê Başûr ve rêrisma xelatkirina rojnamegerên serkeftî hat li darxistin, di axaftinên rêrismê de peyamên azadiya rojnamegeriyê derketin pêş.
38. Pêşbaziya Rojnamegerên Serkeftî ya Cemiyeta Rojnamegeran a Rojhilatê Başûr li Diyarbekirê bi tevlîbûna nûnerên saziyên sivîl, şaredar û siyasetmedaran hat lidarxistin.
Di wê rêrismê de, ji bo 12 nûçeyan xelata yekê hat dayîn û ji bo 7 nûçeyan jî xelata mansiyonê hat dayîn, ku di şeva xelatdayînê de ji bo nûçe û bernameyên qanalên kurdî jî xelat hatin dayîn.
Di axaftinên wê rêrismê de behsa girîngiya azadiya rojnamegeriyê hat kirin û bal hat kêşan ku, rojnameger di nava şert û mercên giran de kar dikin.
K24