Serok Barzanî li gel şandeke ENKS civiya
Di civînê de giftûgo derbarê rewşa Sûriye û Rojavayê hatiye kirin.
Duh li Pîrmamê Serok Barzanî pêşwaziya şandeke Serokatiya ENKS kir.
Di civînê de giftûgo derbarê rewş û pêşhatên dawî yên li Sûriyeyê û helwesta aliyên Kurdî ya li hember guhertinên han hate kirin.
Her di vê civînê de Serok Barzanî tekez li ser piştîvanî kirina doza gelê Kurd li Sûriyeyê û pêwîstiya yekrêzî û yekhelwestiya aliyên Kurdî û li ber çav girtina berejwendiyên gelê Kurd li Sûriyeyê û pêbend bûn bi diyalog û rêkarên aştî kir.