Erdogan: Ez amade me bi şanda Dem Partiyê re bicivim

Serokkomarê Tirkiyeyê amadebûna xwe ji bo pêşwazîkirina li şanda Dem Partiyê ya Îmraliyê diyar kir û ragehand ku, amade ye pêşwaziya wan bike. Li beranberî van gotinan, Dem Partî îro yan sibe daxwaznameyê ji bo dîtina Serokkomarê Tirkiyeyê pêşkêş dike.
Dem Partiyê dest bi gera duyê ya serdana part û aliyên siyasî kiriye, ji bo ku yekdengiyeke temam pêxemetî serkeftina qonaxa nû ya çareseriya doza Kurdan li Tirkiyeyê hebe. Çaverê tê kirin ku şanda navbirî li roja 17ê vê mehê bi Partiya Dad û Pêşxistinê ya Tirkiyeyê (AK Partî) û Tevgera Neteweyî (MHP) re bicive.
Erdogan ragehand, “Em ji bo Tirkiyeyeke bê teror kar dikin, herwesa em arêşeyeke 40 salî jî çare dikin. Şaşfêmkirina vê piroseyê û peydakirina derzan li nav wê xizmetkirina emperyalîzmê ye.”
Navbirî tekez jî kir, “Her kesekê bi gotina emperyalîzmê bizavê ji bo têkdana vê biratiyê bike, dê xwe li beranberî me û 85 milyon welatiyan bibîne, ji ber ku me di dema 22 salan de gelek caran ev bizav dîtine”
Serokkomarê Tirkiyeyê herwesa got, “Êdî ew nikarin zirarê bigehînin biratiya navbera me, careke din nikarin vî miletî di nav ecêndaya xwe de asê bikin.”
Erdogan ron jî kir, “Serokê koma me niha helsengandinê bi wê şandê re dike. Eger şanda Îmraliyê daxwazê ji bo civîna bi min re pêşkêş bike, ez dê bersiva daxwaza wan bidim.”
Tuncer Bakirhan piştî vê peyamê ragehand ku, îro yan sibe daxwazname tê pêşkêşkirin, ji bo ku şanda Dem Partiyê bi Serokkomar Erdoan re bicive. Hevdîtin û civîn îro jî berdewam bûn, biryar e ku Dem Partî li roja 17ê bi AK Partî û MHPê re bicive.
K24