Helbestvanekî Kurd li Holendayê bi nav û deng bûye

Helbestên Baban Kerkûkî li bajarê Utrechtê yê Holendayê li cihên giştî û li ser ekranên mezin tên nîşandan.
Baban Kerkûkî wekî ji navê wî xuya ye xelkê Kerkûkê ye lê çendîn fersexan dûrtir ji Kerkûkê karên wî deng vedane.
Çendîn sal e wekî helbestvanê bajêr li parêzgeha Utrechtê ya Holendayê tê naskirin ku yek ji mezintirîn û qerebalixtrîn parêzgehên Holendayê ye.
Baban ji bilî çar dîwanan, hejmareke zêde ya helbestên wî di kovar û rojname û belavokên din ên Holandayê de jî belav bûne.
Li bajarê dîrokî yê Utrechtê, dema ku tu di kolanên navenda bajêr re diçî, helbestên Baban li ser şeqaman hatine kolandin.
Li ber pirtûkxaneya giştî ya bajêr jî şaşeyek heye û 24 saetan di şev û rojekê de helbestên Baban lê hatine danîn û xelkên derbasbûyî dikarin bixwînin.
“Ziman beşek e ji bo helbestnivîsînê lê ne her tişt e”
Baban Kerkûkî wiha behsa xwe û berhemên xwe dike:
“Ziman beşek e ji bo helbestnivîsînê lê ne her tişt e, beşeke gelekî girîng e, li Ewropayê ziman beşek e, lê divê bêhtir bîr û fikr tê de hebe.
Helbestên rojhilatî gelekî ciwan in lê hestan gelekî zêde tê dikin. Li vir jê re dibêjin petêtis, yanî gelekî zêdekirina di hestan de, du sed salî berî niha ew tişt temam bûye.
“Girîng her ew e ku tu nêrîneke nû ava bikî”
Girîng her ew e ku tu nêrîneke nû, ramaneke nû, dinyayeke ciwantir ava bikî. Berê xelk ew raman nebûye. Bila bibêjin tu li pireke mêze dikî, her kes wî tiştî dibîne lê tu çawa xwe ligel wê pirê, behsa wê pirê dikî yan jî kara te çi ye ligel wê pirê, ew zêdekirin e, ew îzafeya ji bo helbestê ye û her behsa ciwaniyê jî nake, behsa ciwaniyê beşek ji helbestê ye, lê divê tu jê re dibêjin pêrspêktîv, yanî asoyekê, tiştekî nû bînî, nêrîneke nû bînî meydanê.
“Standarda helbestên Ewropayî ne hêsan e”
Standarda helbestên Ewropayî, bi rastî navneteweyî jî ne hêsan e, gelekî bilind e. Heta helbestek belav bibe, diçe cem çar, pênc kesan û lê mêze dikin, gelo asta zimên baş e, gelo asta ramanê ku behseke bihêz e, standardeke zêde tê de heye heta helbestek belav bibe.
Jiyan şahidî ye ji bo nêrîna te li asoyê, gavên te rabirdûyê bi peyvên nivîsandî ve girê didin, hemû demsal li vî bajarê bê dawî xwe dibînin.
Ev helbest hatiye nivîsîn bi zimanê Holendî, navê 'Moedertaal' e, yanî zimanê dayîkê, di 21ê 3ê de belav dibe, yanî roja cîhanî, helbesta cîhanî ye, di heman demê de Newrozê de û bi çendîn zimanan hatiye wergerandin, yek ji wan zimanan zimanê îngilîzî, îtalî, bi xwe jî bi zimanê Holendî hatiye nivîsîn û bi Kurdî û bi Erebî jî û bi çend zimanên din.
“Yekem helbesta min bi Holendî bû”
Yekem helbesta min bi Holendî ku hatibûn belavkirin 2002an bû, du sal bû li vir bûm lê piştî wê ya rastî, baştirîn helbest di sala 2006an de temam bûn.
Yekem dîwan belav bû. Dîwana 'Bê Ove Xinar Ere-Erat', bi wateya 'Ber bi Araratê ve'. Bi Kurdî jî heye, belav bûye.
Bergê wê yê wênekêşekî gelekî navdar e, navê wî Baldîn Ehmed e. Ew jî her piştgirê min bû ji bo vê dîwanê, demildest li gelek bajarên wan cihê xwe li Holendayê girt. Ev berhema te ya yekem bû, piştî, piştî vê dîwanê bû.
“Kerkûk Qudsa Kurdistanê ye”
Ev der pirtûkxaneya giştî ya bajarê Utrechtê ye li kevintirîn avahiya bajarê Ûtrêxtê, yanî li vir e.
Li vê ekrana ku hûn dibînin, 24 saetan, bajarê min, gelekî, gelekî divabû baştir xizmeta wî bihata kirin, dilê Kurdistanê ye, Qudsa Kurdistanê ye, her tiştê Kurdistanê ye lê xêra ku jê derdikeve ne ji bo civakê bûye, ev yekem tişt, û ez dixwazim bibêjim mîrat e, tiştekî ji bo Kerkûkê be, navê Kerkûkê bimîne.
“Navê Kerkûkê her dimîne”
Xelk jî bizane xelkê Kerkûkê helbestvanên wan hene, nivîskarên wan hene, wekî wî, bila diyariyek be, karên te bikim. Yek ku di dawiyê de dimire, karek, mîrat ji bo zarokên wî dimîne, lê navê Kerkûkê her dimîne.
Dîwana çarem ev e, 'Licht Om Bekend', roniya nenaskirî, belê, nediyar, roniya nediyar.
Ev çar dîwan belav bûne heta niha, lê niha kar li ser dîwaneke nû ye, salek din dibe temam bibe, ku dîwana 'Ber bi Araratê ve' belav bû, di sala 2006an de yekser hest kirin ku helbestvanekî nû heye, ji ber zimanek, ne zimanê dayika wî ye, zimanê Holendî, bi zimanê, wekî zimanê, wekî helbestvanekî Kurdistan û Kerkûkê, di sala 2006an de dest pê kir û beşdarî çendîn festîvalên Holendî de bû.
Di sala 2011an de, bêhtir a rastî dema ku dîwana duyem belav bû, 'Lontananse', ji wê demê ve êdî civaka Holendî, ne tenê civaka festîvala edebî, bêhtir girîngî bi helbestên min dan, ji ber ku tiştekî cuda bû, ez bi şêweyekê dinivîsim helbestan, loma bi Holendî, bi zimanê Holendî lê ramana wê jî şêweyeke Rojhilatî jî tê de heye.
Ne ku raman Rojhilatî be lê mîks (tevlihev) e, cîhana min mîks e.
“Ez beşdarî gelek festîvala bûme”
Ev tiştekî nû dide helbestên Holendî. Ji bo beşdariyên min yên zêde, di çendîn festîvalan de, wekî festîvala 'Crossing Border' û yek e ji wan festîvalên gelekî bilind li Holandayê, beşdar bûme.
Li kluba festîvaleke gelekî cîhanî, yanî helbestvan ji her welatî tên vexwendin û di sala 2011an de xelata 'C.C.S. Crone Stipendium' jê re tê gotin, xelata vê parêzgehê ye, parêzgeha baştirîn helbestvanê parêzgeha Ûtrêxtê.
Festîvalên helbestê yên zêde li Utrechtê hene, yek ji girîngtirîn bajarên Holendayê ye, bêguman Amsterdam, Rotterdam, Den Haag bajarên mezin in, Ûtrêxt jî festîvalên gelekî mezin tê de tên kirin, û beşdarbûn di çendîn festîvalan li vir li Utrecht û her wiha me li vir komek heye, jê re tê gotin 'Stadsdichtersgilde'.
Ev hest, ne tenê hest e, divê tiştên din jî zêde tê de bikî, wekî hewcehiyekê, tu çawa nan dixwî, hewcehiya te bi xwarina nanê heye, pêdiviya helbestvan jî bi peyvan heye.
Çi qas temenê te mezin be, helbest û bîranînên berê jî dûr dikevin, ji ber ku ji welatê xwe dûr î lê çend tiştên ciwan hene li Kurdistanê ye, li Kerkûkê ye û dibêjin kolanên kevn ên Kerkûkê, şeqamên Kerkûkê, ew bîranînên ku li Kerkûkê bûn, çemê Xase, min helbest li ser nivîsiye.
Bêguman ev beşek ji jiyana mine, naxwazim nemîne, bila berdewam bimîne. Ez hest dikim pêwîstiyek e ku bi zimanê Holendî binivîsim, eger ji bo wê yekê ku karên min ji civaka Holendî re bigihînim eger ez her bi Kurdî helbestê binivîsim, yanî li vir xelk nexwîne.
Min hest bi wê yekê kir, yekem tişt dema hatim Holendayê, divê baş hînî zimanê Holendî bibim, ji bo ku ew hest û ew raman û ew dîroka ku ez ji Kerkûkê hatime, bigihînim Holendayê, ne tenê behsa Kurdistanê bikim lê wekî helbestvanekî Kurd bi zimanê Holendî bêm naskirin û karên min ji bo hemû civaka Ewropayî be û ji bo Holendayê, bi taybeî, bi rastî ji dayik, tiştek nîne ku bibêjî ji dayik bûyî wekî helbestvan, lê wiha xuya ye wisa ye, eger ne helbestvan bûma, erê jî bû neke.”
Rudaw