Karîkatorîstekî Kurd li Misrê xelata festîvala “Bihêzkirina Aboriya Jinan” wergirt

Li bajarê Demenhorê yê Misirê bi beşdariya 301 karîkaturîstan, Festîvala Navdewletî ya Hêzkirina Aboriya Jinê hat lidarxistin.
Karîkatorîst Sabir Cebbar îro 6ê Adarê ji K24ê re ragihand, ew beşdarî festîvala navdewletî ya bi navê “Bihêzkirina Aboriya Jinan” li bajarê Demenhorê bû.
Sabir Cebbar da zanîn, “Di pêşangehê de ji 44 welatan, 301 karîkaturîstên profesyonel beşdar bûn.”
Herwiha got: “Divê di tabloyan de, şiyanên aborî yên jinan nîşan bide. Min wek karîkatorîstekî kurd karîbû bi tabloyeke xwe xelatekê bidest bixim.”
Karîkatorîst Sabir Cebbar amaje bi wê jî kir, Festîval dê heta 18ê Adarê li Misrê berdewam bike.
Rudaw