• Tuesday, 11 March 2025
logo

Di roja salvegera serhildana Silêmaniyê de pirojeya Ronakiyê hat bikarxistin

Di roja salvegera serhildana Silêmaniyê de pirojeya Ronakiyê hat bikarxistin

Di salvegera 34ê ya serhildarana bajarê Silêmaniyê de, li du westgehên navenda parvekirina karebê pirojeya Ronakiyê çû di warê bicihanînê de, û di vê qonaxê de nêzî neh hezar hevparên malan û cihên bazirganî mifadar dibin.

Birêveberiya Giştî ya Karebê ya Bajarê Silêmaniyê di ragehandineke rojnamevanî de parve kir, “Ji şeva borî ve ku dibe 06-07.03.2025, li her du westgehên navenda bajarî û Melkendiyê qonaxa yekê ya pirojeya Ronakiyê ya kareba 24 seetî çû di warê bicihanînê de.”

Birêveberiya navbirî amaje jî da, “Di vê qonaxê de li her yek ji taxên Serkarêz, Tuy Melik, Sabûnkeran, Melkendî, Îbrahîm Paşa, Daroxa, Hacî Han, Cadeya Orizdiyê, Eshabesî û Cadeya Kaweyê kareba berdewam ji bo nêzî neh hezar hevparên malan û cihên bazirganî hatiye dabînkirin.”

Her di ragehandina Birêveberiya Giştî ya Karebê ya Silêmaniyê de hatiye ku, pirojeya Ronakiyê li Silêmaniyê berdewam dibe û li paşerojeke nêzîk qonaxên wê yên din li taxên din diçin di warê bicihanînê de.

Di kabîneya nehê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê de, gelek pirojeyên giring ên xizmetkarî li seranserî Herêma Kurdistanê çûne di warê bicihanînê de, yek ji wan pirojeyan jî kareba 24 seetî ye, ku wekî pirojeya Ronakiyê hatiye binavkirin.

Di çarçoveya vê pirojeyê de, kareba 24 seetî ji 17 taxên Hewlêrê re hatiye dabînkirin û hejmara giştî ya mifadaran ji wê pirojeyê li seranserî Herêma Kurdistanê nêzî 100 hezar hevparan e. Biryar e heta dawiya sala 2026ê, seranserî Herêma Kurdistanê ji kareba 24 seetî mifadar bin.

 

K24

Top