Li Wanê panelek li ser Ehmedê Xanî hat lidarxistin

Li Salona Konferansanê ya Odeya Pîşesazî û Bazirganî ya Wanê, panelek bi boneya Roja Zimanê Dayîkê ya Cîhanê derbarê Ehmedê Xanî û Mem û Zîna wî hat lidarxistin.
Nivîskar û lêkolerê ji Başûrê Kurdistanê Tehsîn Îbrahîm Doskî, nivîskar, lêkolîner û weşangerê ji Bakurê Kurdistanê Xalid Sadînî jî beşdarî panelê bûn.
Di panelê de behsa girîngiya berhema Mem û Zînê û rola Ehmedê Xanî ya di ziman û edebiyata Kurdî hat kirin.
"Karekî gelekî baş e ku em zanayên xwe bi bîr tînin”
Tehsîn Îbrahîm Doskî di axaftina xwe de bal kişand ser girîngiya rola Ehmedê Xanî û got:
"Karekî gelekî baş e ku em di van bîranînan de zanayên xwe yên mezin bi bîr tînin. Bi taybetî Melayê Cizîrî û Ehmedê Xanî.
Ev jî dê bibe wesîle ku nifşên nû berhemên van zanayan bixwînin.
Ji ber wê jî me baş dît ku em di vê panelê de behsa Ehmedê Xanî bikin. Ji amadebûyan re behsa jiyan û berhemên wî bikin.”
Panel bi hevkariya saziyên Akademiya Wanê û Enstîtûya Ehmedê Xanî hat sazkirin.
Moderatoriya wê ji aliyê Hevserokê Akademiya Wanê Abdurrahim Orhan ve hat kirin.
Nivîskar, lêkolîner û weşanger Xalid Sadînî jî di panelê de axivî.
Xalid Sadînî behsa wergerên Mem û Zînê yên bi zimanên din, naveroka berhem û zimanê Ehmdê Xanî kir.
“Mem û Zîn bi dehan caran hatiye wergerandin”
Xalid Sadînî got, “Ehmedê Xanî ew kes e ku ji bo cara yekem mesnewiya Kurdî nivîsiye.
Ehmedê Xanî ew kes e ku yekem car helbestên fêrkirinê nivîsîne. Eqîdeya Îmanê, Nûbihara biçûkan.
Ehmedê Xanî ew kes e ku ji bo cara yekem helbestên çar zimanî nivîsine.
Mesnevî û Mem û Zîna Xanî di nav milet de gelekî rexbet dîtiye û heta niha bi dehan car bo zimanên din hatiye wergerandin.
Bi zimanên Rûsî, Farisî û Tirkî bi dehan car hatiye wergerandin. Bi Îngilîzî û demek berê jî bi Hollendî hatiye wergerandin.
Hêvî dikim Kurd Ehmedê Xanî çêtir û baştir nas bikin. Ehmedê Xanî dibêje pêwîst e Kurd bibin tifaqek û ji xwe re padîşahekî peyda bikin."
Piştî panelê pirsên beşdarvanan hatin bersivandin û plaket hatin dayîn.
Akademiya Wanê sala 2021ê li Wanê hatiye vekirin, li ser Kurdî û Îngilîzî xebatan dike. Û ji bo zarok û mezinan kursan vedike, xebatên çandî û hunerî dike.
Enstîtûya Ehmedê Xanî jî sala 2024ê hatiye damezrandin û li Swêdê û Wanê şaxên wê hene.
Rudaw