• Tuesday, 11 March 2025
logo

Xelatên Oscarê hatin belavkirin

Xelatên Oscarê hatin       belavkirin

Wergirên 97emîn Xelatên Oscarê li Şanoya Dolbyê ya li Los Angelesê diyar bûn.

Filma bi navê "Anora" bi wergirtina 5 xelatan mohra xwe li Oscar 2025ê xist.

Xelatên Oscarê ji sala 1929an ve ji aliyê Akademiya Huner û Zanistên Sînemayê ya Amerîkayê ve tên dayîn.

Ji bo Oscarê filmên herî baş ên cîhana sînemayê tên hilbijartin.

Xelatên Oscarê îsal bi merasîmeke biheybet li Şanoya Dolbyê ya li Los Angelesê hatin belavkirin.

Listeya xelatên Oscar 2025ê wiha ye:

Fîlma Herê Baş:

Anora

Derhênerê Herî Baş:

Sean Baker (Anora)

Lîstikvana Herî Baş:

Mikey Madison (Anora)

Lîstikvanê Herî Baş:

Adrien Brody (The Brutalist)

Lîstikvana Alîkar a Herî Baş

Zoe Saldana (Emilia Perez)

Lîstikvanê Alîkar ê Herî Baş

Kieran Culkin (A Real Pain)

Senaryoya Resen a Herî Baş

Sean Baker (Anora)

Senaryoya Lêanînê (Adapte) ya Herî Baş

Peter Straughan (Conclave)

Fîlma Navneteweyî ya Herî Baş

I’m Still Here 

Anîmasyona Herî Baş

Flow 

Derhênerê Dîmenê yê Herî Baş

Lol Crawley (The Brutalist)

Muzîka Herî Baş

Daniel Blumberg (The Brutalist) 

Strana Herî Baş a Resen

“El Mal” (Emilia Pérez)

Dîzayna Kostuma Herî Baş

Paul Tazewell (Wicked)

Dîzayna Hilberîna Herî Baş

Nathan Crowley, Lee Sandales (Wicked)

Dîzayna Makyaj û Porê ya Herî Baş

Pierre-Olivier Persin, Stéphanie Guillon, Marilyne Scarselli (The Substance) 

Efekta Herî Baş a Dîtbarî:

Dune: Part Two

Vehûnana (Fiction) Herî Baş:

Sean Baker (Anora) 

Dengê Herî Baş:

The Zone of Interest 

Belgefîlma Herî Baş:

No Other Land

Belgefîlma Mijara Kurt a Herî Baş:

The Only Girl in the Orchestra

Fîlma Kurt a Herî Baş:

I’m Not a Robot 

 

Rudaw

Top