• Tuesday, 11 March 2025
logo

LONDON - 13emîn Xelatên Kebabê yên Brîtanyayê hatin belavkirin

LONDON - 13emîn Xelatên Kebabê yên Brîtanyayê hatin belavkirin

Li bajarê Londonê ya Brîtanyayê 13emîn Xelatên Kebabê yên Brîtanyayê bi beşdariya 225 xwaringehên ji welatên cuda û bi amadebûna 300 parlamenterên Brîtanî li yek ji otelên herî navdar ên Londonê hat lidarxistin.

Di şeva pêşbirkê de careke din Kurdên li Brîtanyayê mohra xwe li çalakiyê dan çimkî kesên herî zêde xelat wergirtin Kurd bûn.

Mecîd Bedirxan xwediyê King Shawarmaya Scotlandê, yek ji wan ciwanên ji Rojavayê Kurdistanê ye ku di pêşbirka xwaringehên kebabê de xelat wergirt.

Mecîdê 30 salî 10 sal in li Brîtanyayê dijî û li gel malbata xwe sala 2015an wekî koçber berê xwe dabû wî welatî.

Wekî ew dibêje di demeke gelekî kêm de li gel malbata xwe wan 3 xwaringeh vekirine û li Scotlandê jî nav û dengê xwarinên wan baş belav bûye.

Mecîd derbarê çîroka serkeftina xwe got:

“Ez, 4 birayên min, dê û bavê xwe hemû bi hev re dixebitin.

Wekî karê malbatî ye. Ev ne cara yekem e ku em dibin yekem û me gelek xelatên din jî wergirtine.

4 sal li ser hev e yekem derdikevim li ser asta Scotlandê.

Gelekî serbilind û kêfxweş im. Spasiya her kesî dikim.”

“Kurd li vir herî zêde karên xwaringeh û supermarketan dikin”

Xwediyê Zem Kebab Holmers Greenê Halîl Olgar jî anî ziman:

“25 sal in ez vî karî dikim. Alîkariya mişteriyên me gelekî muhîm e.

Em dixwazin hîn bi pêş de herin û hîn bibin. Xelkê xwe bextewar bikin. Em dê pêş de herin.”

Çetîn Kaygusuzê xwediyê xwaringeha Melîsa Restaurantê ku xelata xwaringeha herî baş a li Bakurrojavayê Londonê wergirt got:

“27 sal in ez li Londonê karê xwaringehan dikim.

Ji ber amadekariya vê pêşbirkê ez spasiya Îbrahîm Doguş dikim.

Li Brîtanyayê sektora kebabê gelekî baş e. Xelkê me li vir vî karî dike.

Ev gelekî baş e û hedefa min Înşallah em dê 2-3 şûbeyên din jî vekin.

Kurd li vir herî zêde karên xwaringeh û supermarketan dikin.”

Adem Kutluktemurê ji bajarê Çewlîgê ya Bakurê Kurdistanê û xwediyê Tarla Restorana li bajarê Stevenaga Brîtanyayê ku xelata herî baş a kebabê bi dest xist da zanîn:

“Ez 30 sal in vî karî dikim û 8 sal in jî dukana min heye.

Sektora kebabê gelekî serkeftî bûye. Di vî karî de kedeke zêde jî heye.

Tîma me jî profesyonel e. Lewma jî me xelata xwe wergirt.”

Kutluktemur jî da xuyakirin ku li Brîtanyayê wekî kar meyla Kurdan zêdetir li ser karê xwaringeh û kebabê ye.

“200 hezar ciwanên Kurd di sektora kebabê de dixebitin”

Memed Akmanê ji Mêrdînê ku ji 1989an ve karê xwaringeh û kebabê dike, yek ji wan kesan bû ku xelata xwaringeha kebabê ya herî baş a pêşbirkê bi dest xist.

Memed Akman li ser hebûna Kurdan a di sektora xwaringehan de got:

“200 hezar ciwanên Kurd derfeta kar di vê sektorê de dest bi xistiye.

Ez dizanim dê ciwanên me baştir jî bibin.

Ev 2 sal in ez xelatê werdigirim. Ez hêvîdar im ev xelat dê baştir bibe.

Ev xelat bandorê li karê me jî dike.”

“Xwarinên dayîka xwe li Brîtanyayê çêdikim”

Kemal Coşkuncayê ji bajarê Bedlîsê jî ji yek wan kesan bû ku Xelata Şefê Herî Baş a Salê wergirt.

Kemal Coşkuncay xwediyê xwaringeha Casîma Rîmayê ya li bajarê Lîverpoolê ye.

Piştî wergirtina xelatê Kemal Coşkuncay anî ziman:

“Ez dikarim bêjim ku xwarinên dayîka xwe li Brîtanyayê çêdikim û li cîhanê belav dikim.”

“Hikûmetê alîkariya me kir”

Yilmaz Şener xwediyê xwaringeha Agorayê ku yek ji wan kesan bû xelat wergirt got:

“23 sal berê min û zarokên xwe ev xwaringeh vekir. Em bi hev re dixebitin.

Em dixwazin karê xwe rast bikin. Mişteriyên me jî ev fam kir û alîkariya me kir û me ev xelat bi dest xist.

Hikûmeta Brîtanyayê her tim pişta me girt û alîkariya me kir.

Kurd şixulkar in û pir dixebitin. Dixwazin her kesî memnûn bikin.”

“Li ser her cadeyeke Brîtanyayê karsazekî Kurd heye”

Damezrêner û rêkxerê British Kebab Awardsê (Xelatên Kebabê yên Brîtanyayê) Îbrahîm Doguş jî anî ziman:

“Berî 13 salan min dest bi sazkirina vê pêşbirkê kir.

Îro 13 sal in em van xelatan çêdikin û 1200 kes beşdar bûn.

Parlamenterên Brîtanyayê, wezîr, karsazên Kurd, Tirk, Libnanî û Ereb jî hatin.

Ev pêşbirk bi taybetî ji bo Kurdên li Brîtanyayê gelekî girîng e çimkî Kurd bi vî karî radibin, xwediyên restoranan Kurd in.

Kurd bi saya xwarinê li Brîtanyayê tên naskirin û tên hêzkirin.

Karkerên Kurd li Brîtanyayê karkerên hêja û xwedî rêz in.

Roja karkerên Kurd hema bêje vala derbas nabe.

Lewma li ser her cadeyeke Brîtanyayê karsazekî Kurd heye.”

 

Rudaw

Top