RIHA - Ji sala 2019an ve 3,5 milyon geştyar çûne Girê Mirazan

Ji 2019an heta niha 3,5 milyon geştyaran şûnwarê dîrokî Girê Mirazan ê li parêzgeha Rihayê ya Bakurê Kurdistanê ziyaret kirine.
Piştî ku Tîrmeha 2018an ji bo Lîsteya Mîrata Cîhanê ya UNESCOyê hat qebûlkirin hejmara geştyarên diçin şûnwarê dîrokî Girê Miraza sal bi sal zêde dibe.
Di du mehên destpêkê yên sala 2025an de 65 hezar geştyar çûne Girê Mirazan.
Birêvebirê Muzexaneya Rihayê Celal Uludag li ser geştyaran wiha axivî:
"Ji sala 2019an û vir ve 3 milyon û 500 hezar kesî Girê Mirazan ziyaret kirine.
Ev hejmar li gel xebatên zanistî yên wezaretê yên li qadê û dîsa bi xebatên jêrxane û xebatên ji bo geştyaran dê zêde bibe."
Ji Tirkiye, Bakurê Kurdistanê û derveyî welat rojane hejmareke zêde ya geştyaran Girê Mirazan ziyaret dikin ku dîroka wê vedigere berî 12 hezar salan.
Geştyar Muniser Halaçê got, "Em ji Qibrisê ji bo dîtina Girê Mirazan hatin.
Gelekî xweş e, dîroka wê gelekî xweş e. Bi rastî min ev der gelekî eciband û ez dixwazim dîsa werim."
Piştî ku gundiyekî sala 1986an li nav erdê xwe yê çandiniyê peykerek dît, kolandinên li Girê Miraza sala 1995an hatin destpêkirin û ji wê rojê we gelek berhem hatine dîtin ku giraniya hinek peykeran digihe 60 tonî.
Rudaw