• Friday, 21 February 2025
logo

Ciwanek Kurd wek serokê topa dest a Kerkûkê hat hilbijartin

Gulan Media February 14, 2025 Corane
Ciwanek Kurd wek serokê topa dest a Kerkûkê hat hilbijartin

Li Kerkûkê hilbijartinên diyarkirina Serokê federasyona topa dest(hentbola) a Kerkûkê birêve çû û ciwanekî kurd ê wî bajarî jî wek Serokê federasyona topa dest a Kerkûkê hat hilbijartin.

Îro pêncşemê bi serperestiya lijneya hilbijartina beşên topa dest a Iraqê, hilbijartina beşa Kerkûkê ya topa dest birêve çû, tê de bi dengê giştî Mihemed Xalîd, wezîşwan û rojnamevan û nûçegîhanê BasNewsê li Kerkûkê wek Serokê topa dest a wê parêzgehê hat hilbijartin.

Mihemed Xalîd li Kerkûkê nûçegîhanê BasNews’ê ye, berpirsê ragehandin û rêveberiya Tîma Kerkûkê ye, herwaha di ragehandina nûnertiya Kerkûkê de li lijneya olepiya Herêma Kurdistanê kar dike.

 

Basnews

Top