Servet Çetîn: Em dê bidin pey şampiyoniyê

Amedspor dê vê hefteyê bi pêşenga lîgê Kocaelîsporê re bê pêşberî hev û tenê armancek li pêşiya wê heye ew jî wergirtina 3 puanan e.
Tîma kesk û sor Amedsporê dawiya hefteya borî li mala xwe mazûvaniya Sakaryasporê kir û maç 2-2 qediya.
Tîma kesk û sor nekarî 3 puanan li mala xwe bi dest bixe lê niha dê hewl bide li maça derve van puanan bistîne.
Amedspor dê 8ê Sibatê roja Şemiyê bibe mêvana pêşenga Lîga 1emîn Kocaelîsporê.
Hem rahêner û hem jî futbolîstan ji bo ku karibin bi 3 puanan vegerin hemû amadehiyên xwe temam kirine.
“Em dê bidin li dûv şampiyoniyê”
Rahênerê Amedsporê Servet Çetîn got:
“Em dixwazin bi ser bikevin. Ji ber vê yekê gav bi gav diçin. Pêşî em dê ji rêzên binî xwe xilas bikin paşê bidin dûv xeta play-off û şampiyoniyê.
Her tişt ji bo me armanc e. Sê armancên me hene, em di vê lîgê de bimînin, bikevin xeta play-offê û bidin dû şampiyoniyê.
Ev her sê tişt jî armancên me ne. Çi ji destê me bê em dê bikin.”
Amedsporê di nava du mehên dawiyê de 5 transferên nû kirin.
Herî dawî Andre Poko transfer kir. Di vê maçê de ew jî dê li pêşberî Kocaelîsporê bilîze.
Birevebirên Amedsporê ji xwe bawer in ku dê vê carê pişta Kocaelîsporê bidin erdê.
Birevebirê Amedsporê Şefîk Ozdîl got:
“Me transferên xwe jî kirin. Em niha amade ne.
Înşelah, armanca me ew e ku em di maça Kocaeliyê de dest bi rêzeserkeftinan bikin û em wisa dewam bikin.”
Amedspor di lîga 1emîn a futbolê de bi 31 pûanan di rêza 12an de cih digire.
Pêşenga lîgê Kocaelîspor jî bi 45 puanan di rêza yekemîn de ye.
Eger Amedspor karibe 3 puanan bi dest bixe ew dê karibe heta rêza 7an jî here.
Ev yek dê destê tîma kesk û sor bi hêz bike.
Rudaw