Dibe ku gencekî Kurd li ser navê Swêdê beşdarî Eurovisionê bibe
Hunermendê Kurd Arvînê neviyê nivîskar Têmûrê Xelîl dibe ku li ser navê Swêdê beşdarî pêşbirka Eurovisionê bibe.
Stranbêj û piyanîst ê genc Arvîn li bajarê Stokholmê dijî, xwe amade dike beşdarî Melodîfestivalê bibe.
Ew dê bi strana “Xewna Min” a ku helbest û awaz a wî ye beşdarî festîvalê bibe.
Melodîfestivalê ji sala 1950yê ve li Swêdê tê lidarxistin.
Arvîn duyemîn Kurd e ku dê beşdar Melodîfestivalê lê yekem Kurd e ku digihe vê qonaxê.
Eger di festîvalê de bibe yekem, dê îsal li ser navê Swedê beşdarî Eurovisionê bibe.
Arvîn ji Rûdawê re got, “Navê Stranê ‘Xewna Min’ e, derbarê xewna jiyana min de ye û pêwendiya wê bi jiyana min a hunerî re heye.
Ji bo min pir girîng bû ku ez karibim beşdarî vê festîvalê bibim û bi straneke sê deqeyî nûnertiya hemû civaka Kurdan bikim.
Ev ji bo min pir girîng bû. Ev beşeke ji xewna min a hunerî ye û pêwendiya wê bi jiyan û rabirdûya min re jî heye.
Stran pir xweş e û ew dê gelekî navdar bibe."
Arvînê ku niha dixwaze wekî hunermendekî Kurd bigihe xeyalên xwe û Ii cîhanê bê naskirin neviyê rojnameger û nivîskarê navdar ê Kurdê Ermenistanê Têmûrê Xelîl e.
“Arvîn milkê tevahiya Kurdan e”
Têmûrê Xelîl ji Kurdan xwest ku ew dengên xwe bidin Arvîn û got:
“Ji bo Arvîn ez dikarim bêjim, hêza Rûdawê gelekî xurt e, ji ber ku 20 milyon bînerên Rûdawê hene.
Arvîn dê 1ê Adarê li Melodîfestîvalê bistirê, hêvî dikim ku dema dengdanê hemû Kurd dengê xwe bidin wî.
Eger Arvîn vê carê jî ser bikeve dê biçe Eurovisionê. Arvîn milkê tevahiya Kurdan e.”
Bavê Arvîn jî ji bajarê Silêmaniyê yê Herêma Kurdistanê ye ku wekî paytexta rewşenbîriyê tê naskirin.
Arvîn dixwaze li şer şopa bav û kalên xwe biçe û di pîşeya xwe de bibe stêrkek.
“Serbilindiyeke mezin e ji bo hemû Kurdan”
Bavê Arvîn Saman Îsmaîl jî got:
“Ez gelekî bi Arvîn serbilind im. Hêvî dikim hemû Kurdên li derveyî welat bi taybet li welatê Swêdê 1ê Adara îsal li Melodifestîvalê deng bidin Arvîn ku bigihêje fînalê.
Ev serbilindiyeke mezin e ji bo hemû Kurdan."
Arvînê 17 salî ji 2 saliya xwe ve stranan dibêje û çend berhemên wî jî hene.
Di Melodîfestîvala îsal de kesî herî biçûk e ku beşdar bûye.
Melodifestival dê 1ê Adara 2025an were lidarxistin û dê li televizyona Swêdê were weşandin û dê bîner deng bidin beşdaran.
Temaşevan dikarin bi du rêyan deng bidin, yek bi rêya telefonê peyamê ji hejmara taybet a ji Arvîn re hatiye destnîşankirin re bişînin.
Ya duyem jî dikarin bi rêya sepanê deng bidin Arvîn.
Rudaw