Neteweyên Yekbûyî: Divê Sûriyeya nû ji bo hemû Sûriyeyiyan be
Rayêdarên Neteweyên Yekbûyî dibêjin divê Sûriyeya nû ji bo hemû Sûriyeyiyan be.
Nûnerê Neteweyên Yekbûyî (NY) yê Sûriyeyê Geir Pedersen ragihand ku ew van rojên dawî ji bo paşeroja Sûriyeyê li wî welatî bi hemû pêkhateyan re hevdîtinan dike û ji çi dîn û neteweyê dibe bila bibe divê hemû Sûriyeyî di avakirina paşerojê de cih bigirin.
Geir Pedersen her wiha diyar kir ku kêfxweş e ku hevdîtinên wî bi hikûmeta demkî ya Sûriyeyê re jî gelekî baş didomin.
“Divê Sûriyeya nû li ser bingehên berfireh û pêbawer were avakirin”
Berdevkê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Stephane Dujarric got:
“Nûnerê Taybet garantiyên zelal ên ku gelek caran ji aliyê hikûmeta demkî ve bi eşkereyî him ji raya giştî û him jî wî bixwe re hatine dayîn bi başî dibîne."
Stephane Dujarric amaje bi wan garantiyan kir ku dibêjin "Sûriyeya nû dê ji bo hemû gelê Sûriyeyê be û dê li ser bingehên berfireh û pêbawer were avakirin" û got:
"Wî (Nûnerê Taybet) di vî warî de lihevhatineke rasteqîn dît di navbera hêviyên Sûriyeyiyan, sozên desthilatdarên demkî û pirensîbên sereke yên biryara Encûmena Ewlehiyê ya 2254an de.”
Ji aliyê din ve, Serokê Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî meha sibatê jî bang kir ku bîryarnameya Sûriyeyê ya bi navê 2254an were bikaranîn û divê Sûriyeya nû ji bo hemû Sûriyeyiyan be.
“Rewş hîn jî krîtîk û nazik e”
Serokê Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî yê Meha Sibatê û Nûnerê Çînê Fu Cong got:
“Rewş hîn jî krîtîk û nazik e. Niha bala konseyê li ser piştgirîkirina Sûriyeyê ye ji bo parastina yekrêziyê û vegerandina aramiyê û destpêkirina veguheztina siyasî ya pêbawer û berfireh a li gorî pirensîpên biryara Konseya Ewlehiyê ya 2254an.
Di heman demê de, divê em ji bo rêlibergirtina vejîna teror û tundrewiyê ya li Sûriyeyê her tiştê ku ji destê me tê bikin.”
Him li gorî Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî û him jî li gorî Konseya Ewlehiyê divê li gorî bîryarnameya 2254an destûra bingehîn a Sûriyeyê were çêkirin û pişt re jî hilbijartinek were kirin.
Lê li gorî agahiyên Neteweyên Yekbûyî, diyaloga di navbera hemû pêkhateyên Sûriyeyê de bi awayekî pozîtîv ji bo paşeroja Sûriyeyê berdewam dike.
Rudaw