• Wednesday, 05 February 2025
logo

Amedsporê li ser komkirina pereyan daxuyanî da

Gulan Media January 31, 2025 Corane
Amedsporê li ser komkirina pereyan daxuyanî da

Amedsporê li ser komkirina pereyan ragihand, “Ti xebatên me yên bi vî rengî nînin.”

Amedsporê li ser kesên ku bi navê klubê ji dikandarên Amedê daxwaza alîkariya pereyan dikin daxuyaniyek da.

Kluba Amedsporê di daxuyaniya xwe de got:

“Van rojên dawî hat ragihandin ku hin kes bi navê kluba me ji dikandarên bajêr daxwaza alîkariya pereyan dikin.

Ti xebatên kluba me yên bi vî rengî nînin.

Ji ber vê yekê, girîng e ku her kesê ku rastî daxwazên bi vî rengî tê, li wan kesan guhdarî neke û rewşê yekser ji kluba me re ragihîne.”

 

Rudaw

Top