• Friday, 31 January 2025
logo

Mala Pisîka Wanê li bajarê Wanê ya Bakurê Kurdistanê ye

Gulan Media January 27, 2025 Corane
Mala Pisîka Wanê li bajarê Wanê ya Bakurê Kurdistanê ye

Mala Pisîka Wanê ku pisîkên sipî yên çavşîn û çavzer tê de tên parastin, sala 2024an ji aliyê 300 hezar geştyaran ve hat ziyaretkirin.

Li Mala Pisîka Wanê li bajarê Wanê ya Bakurê Kurdistanê ye.

Ew cureyê pisîkên ku neslê wan di bin metirsiya windabûn de ye tên parastin.

Geştyar ji hemû parêzgehên Tirkiyeyê û Bakurê Kurdistanê ji bo dîtina van pisîkan tên Mala Pisîkan.

"Zarokê min gelekî kêfxweş bû”

Geştyarekî bi navê Mert Aker got:

"Ez ji Mêrsînê hatime. Ev der gelek xweş e. Zarokê min ê 3 salî heye û gelekî kêfa wî ji van pisîkan re hat. Bi rastî cihekî pir xweş e."

Welatiyekî ji Kilîsê jî got, "Em ji Kilîsê ji bo dîtina van pisîkan hatin. Pisîk gelek xweşik in û çavên wan gelek şîrîn in."

"Karekî pir baş e"

Geştyara bi navê Sîbel Ozkan a ji Semsûrê jî wiha got:

"Ji bo parastina pisîkên Wanê karekî pir baş hatiye kirin. Di aliyê çandî de jî karekî baş e.

Ji bo geştyaran jî cihekî pir xweş e. Ez ji her kesî re pêşniyar dikim ku bên bibînin."

Pisîkên Wanê di havînê de mûyên xwe diweşînin û xwe nû dikin.

Di zivistanê de mûyên wan ên nû tam dirêj dibin û di vê demsalê de ji her demê xweşiktir dbin.

Li gorî agahiyan, di sala 2024an de pisîkên nêr 3,5 kîlo û yên mê 2,8 kîlo ne û par li vê malê 150 pisîk hatine dinyayê.

 

Rudaw

Top