• Thursday, 30 January 2025
logo

Hoşyar Zêbarî şertê Amerîkayê bo peywendiyeke baştir bi Iraqê re eşkere kir

Gulan Media January 29, 2025 Nûçe
Hoşyar Zêbarî şertê Amerîkayê bo peywendiyeke baştir bi Iraqê re eşkere kir

 Endamekî Mekteba Siyasî ya Partiya Demokrat a Kurdstanê şertê Amerîkayê ji bo peywendiyeke baştir bi Iraqê re eşkere dike, ku ew şert jî girêdayî serederiya DadgehaIraqêbi Serokê Amerîkayê re ye.

Endamê Mekteba Siyasî ya Partiya Demokrat a Kurdstanê Hoşyar Zêbarî îro 28.01.2025 li ser tora civakî ya Xê peyamek parve kir û tê de amaje da, “Amerîkayê ji bo peywendiyeke baştir biIraqêşertek heye.”

Hoşyar Zêbarî ron jî kir, “Şertê Amerîkayê hilweşandina biryara Dadgeha Resafeyê ya Lêkolînan li Bexdayê ye, ku li roja 07.01.2021ê ji bo girtina Serokê Amerîkayê yê niha û wê demê jî Donald Trump derkeftiye.”

Navbirî tekez jî kir, “Em şert bûye daxwaziyeke bilez a Amerîkayê ji bo peywendiyeke baştir bi HikûmetaIraqêre.” Pirsyar jî kiriye, “Gelo hikûmet û desthilata dadwerî pêdaçûnê di wê biryarê de dikin an no?”

 

Basnews

Top