• Thursday, 30 January 2025
logo

Zilamekî hevjîn û 2 zarokên xwe kuşt

Gulan Media January 27, 2025 Civakî
Zilamekî hevjîn û 2 zarokên xwe kuşt

Komeleya Mafê Mirov a Hengav ragehand: “Jineke ciwan a binavê Sîma Muradî ya ji bajarê Kirmanşan a Rojhilatê Kurdistan li gel 2 zarokên xwe bi bikaranîna çeka gerim bi destê hevjînê xwe ve hatin kuştin.”

Komeleya Hengav zêdetir aşkera dike, ku roja şemiyê 25.01.2025, zilamekî hevjîna xwe ya binavê Sîma Muradî ku temen 35 sale û xelka gundê Çiyako a ser bi bajarê Şabad li gel 2 zarokên xwe yên binavê Mahûr û Zêyneba ku temenên wan 9 sal û 16 salin, bi çeka gerim kuştiye.

Herwaha aşkera kiriye ku wî kujerî hevjîna xwe û herdu zarokên xwe di mala xwe de li Kirmanşanê kuştiye û sedema kuştina malbata wî jî nehatiye ronî kirin.

Herwaha hatiye diyarkirin ku bi gotina çavkaniyeke agahdar ji wê bûyerê, ew kesê ku malbata xwe qetil kiriye reviyaye û xwe radestî polîs nekiriye û heta niha jî agahî li ser wî kesî di dest de nîne.

 

Basnews

Top