• Thursday, 30 January 2025
logo

Ew bav û jinbava ku zaroka xwe kuştin, cezayê darvekirinê bo wan derket

Gulan Media January 26, 2025 Civakî
Ew bav û jinbava ku zaroka xwe kuştin, cezayê darvekirinê bo wan derket

Roja 25.01.2025, Dadgeha Iraqê cezayê darvekirinê bo bav û jinbavekê derxist ku zaroka xwe Meyar bi zanebûn û bi îşkencê kuştibûn.

Ev jî piştî ku di 19 Tîrmeha 2024 Meyar di temenê 9 saliyê de ji aliyê wan bav û jinbava xwe ve li Bexdayê hat kuştin.

Di wê bûyerê de ji ber sedema nakokiya li gel dayîka zarokê, wî bavî bi darê ew zarok îşkence kiribû û di bin germahiya rojê de girêdabûye, heta ku jiyana xwe ji dest dabû.

Piştî aşkerabûnê jî, derket ku cihên lêdan û îşkencedan û sotinê di termê wê zarokê de hebûye.

 

Basnews

Top