QSD: Di encama komkujiyên du rojên dawî 14 sivîl şehîd bûn
Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk QSD’ê daxuyaniyek derbarê komkujiyên dewleta Tirk li ser gund û bajaran da.
Li gor nûçeyeke ronahitv QSD’ê diyar kir ku Di van 2 rojên dawîn de dewleta Tirk 3 komkujî pêk anîn.
Di encamê de 14 welatî şehîd bûn û zêdetirî 30 kes jî birîndar bûn.
QSD’ê diyar kir ku di 27’ê Çileyê de li gundê El Cemas ê gundewarê rojhilatê bajarê Eyn Îsayê êriş bi topbarana li ser gund pêk hat.
Di encamê de 2 zarok 3 kes şehîd bûn.
Di 28ˋê Çileyê de jî êriş li ser gundê Um Heremlê yê Zirganê çê bû.
Di encamê de zarokek û 3 kes şehîd bûn û 9 jî birîndar bûn.
Duh jî balafireke bêmirov a dewleta Tirk sûka gel a li bajarê Sirînê bombebaran kir.
8 sivîl şehîd bûn û 20 jî birîndar bûn.
QSD’ê herî dawî eşkere ir ku ev komkujiyên ku bi wêneyên hatine belgekirin ne tenê dewleta Tirk ,
Lê belê bêdengiya civata navneteweyî li hember sûcên li dijî herêmê tên kirin şermezar dike.”