Li Hindîstanê di festîvala Olî de qerebalixî çêbû, 15 kes mirin
Li bajarê Kumb Mela ê Hindîstanê di festîvala Olî ya herî mezin a Cîhanê de qerebalixî çêbû û di encama îsdihamê de 15 kesan canê xwe ji dest dan û hejmareke zêde kes jî birîndar bûn.
Bi hezaran kes ji bo başdariya di festîvala olî ya Kumb Mela, li bajarê Prayagraj kombûn.
Beriya festîvalê dihat çaverê kirin ku hejmare başdarvanan 400 mîlyon kes be. Festîvala ku di 14ê vê mehê de destpêk kiribû, tê bendewar kirin ku îro hejmara başdarvanan bikegehêje lûtkeya herî jor.
Hinduyan xwastin di xala ku çemê Ganj, Yamuna û Mîtolojîk Sarasvatî digehîne hevdu de derbas bibin, lê rawestiya û neçûn, bû sedema qerebalixî û îzdîhamê.
Tê gotin ku ji ber ku beşdarvanan têlên-bariyer ên parastinê şikandine, ew qerebalixî pêk hatiye.
Dîsa di heman festîvalê de di sala 1954ê de qerebalixî çêbibû, ji 400 kesî zêdetir miron biribûn.
Basnews